Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Parlamentoya Ewropayê peyamek ji xwenîşanderên Îranê şand û ragihand, dem hatiye ku cezayên giran li ser Tehranê bên sepandin û Supaya Pasdaran bixin lîsteya terorê.
Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsolayê îro li ser ya Xê peyamek belav kir.
Metsolayê got, "Ji ber tundî, kuştin û serkutkirinê dem hatiye ku em cezayên giran li ser rejîma Îranê bisepînin."
"Li Îranê dema azadiyê ye"
Seroka Parlamentoya Ewropayê her wiha dibêje, "Dem hatiye ku em Supaya Pasdaran bixin lîsteya terorê û li Îranê dema azadiyê ye."
Metsolayê li gel peyama xwe vîdeoyek jî belav kir û tê de got, "Sala 2026an sala bidawîhatina dîktatoriyê ye û helwesta Parlamentoya Ewropayê ya li ser vê mijarê zelal e."
Wê her wiha bangî welatên endamên Yekîtiya Ewropayê kir ku Supaya Pasdaran wekî rêxistineke terorîst nas bikin.
18 roj in xwenîşandan didomin
Ev peyam di demekê de ye ku ev 18 roj in xwenîşandan û nerazîbûn li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin.
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, di wê maweyê de nêzîkî du hezar kesan hatine kuştin.
Her wiha nêzîkî hefteyekê ye desthilatdarên Îranê xizmetguzariya înternetê sînordar kirine yan jî qut kirine.
Li ser asta navneteweyî jî bertekên li dijî Tehranê berdewam dikin; ji ber bikaranîna tundiyê û kuştina xwenîşanderan, her yek ji welatên wekî Swêd, Fînlandiya, Norwêc û Fransayê balyozên Îranê gazî kirine û nerazîbûna xwe ya li hemberî tepisandin û qutkirina înternetê gihandiye wan.
Heta niha hejmarek welatan Supaya Pasdaran a Îranê xistiye lîsteya terorê yan lîsteya reş, yên herî diyar Amerîka, Awistralya û Swêd in.
Supaya Pasdaran, rêxistineke çekdar a Komara Îslamî ya Îranê ye û rasterast di bin fermana Rêberê Îranê de ye.
Supa bi fermana Rêberê berê yê Îranê Xumeynî 22yê Nîsana 1979an hat damezirandin.
Li gorî malpera Encumena Pêwendiyên Derve ku malpereke Amerîkî ye, hejmara leşkerên Supaya Pasdaran nêzîkî 200 hezar kesî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse