Mezlûm Ebdî bi Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê re civiya

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Almanya Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Erebistan Siûdî Feysel Bin Ferhan re civiya.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan re civiya.

Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî jî amade bû.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, civîn li di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ya 2026an de pêk hat.

Piştgiriya ji bo "Peymana 29ê Kanûna Paşîn"

Di hevdîtinê de, Siûdiyê amadebûna xwe nîşan da ku di hemû xalên ku Sûriyeyî li ser li hev dikin de alîkar be.

Riyadê her wiha piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya têkelbûna niştimanî û bicihanîna Peymana 29ê Kanûna Paşîn ducare kir.

Spasiya ji bo rakirina cezayan

Ji aliyê xwe ve, Mezlûm Ebdî spasiya xwe ji bo rola Siûdiyê ya di piştgiriya Sûriyeyê de anî zimên.

Ebdî bi taybetî bal kişand ser rola Riyadê ya di hewldanên rakirina cezayan û hêsankirina pêvajoya peymanê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst