Herêma Bremen a Almanyayê 100 penaberên Sûrî werdigire

14-04-2021
RÛDAW
Bremen ji bo wergirtina penaberan çend mercên xwe hene
Bremen ji bo wergirtina penaberan çend mercên xwe hene
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Bremen li Almanya ragihand ku ew dê 100 penaberên Sûrî werbigirin.

Di nav penaberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê de dihat zanîn ku her malbatek dikare 100 kesî ji bo herêma Bremen a Almanyayê bibe. Lê Wezareta Navxwe ya Bremen li Almanya ev red kir û ragihand ku ew agahiyeke şaş e.

Peyamnêrê Rûdawê li Almanyayê Zînar Şîno ragihand ku têkildarî mijarê pirs ji Wezareta Navxwe ya Bremen kiriye û wê herêmê biryar wergeirtina tenê 100 penaberan daye.

Zînar Şîno herwiha da zanîn ku ew jî bi henek mercan dibe weke kesekî/ê li wê herêmê dikare bav û dayîka xwe yan jî xwîşk û birayên xwe yên temenê wan ji 27 saliyê zêdetir nebin.

Herwiha di nav mercan de divê malbata bikarin wan bo heyema 5 salan xwedî bike,  nexweşiyên wan ên domdirêj nebe, derfeta wan bo çûna kursa ziman hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst