Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Heyeta Rûsyayê dê sibe li Stenbolê li hêviya heyeta Ukraynayê be.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li Moskovaya paytexta Rûsyayê pirsên rojnamegeran yên derbarê rojevê de bersivandin.
Dmitriy Peskov pirsên derbarê heyat da ku dê kîjan nav tê de cih bigirin da wiha daxuyand:
"Kengî ku serokên dewletan di vê mijarê de telîmatê bidin, em dê daxuyaniya ku hewce dike bidin.
Vê gavê derbarê mijarê ti ferman nîne. Daxuyaniya Putin ku 11ê Gulanê belav kir derbasdar e."
Peskov diyar kir ku Putin îro dê di mijarên cuda de bi têlefonê pêwendiyên navneteweyî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse