Hewlêr (Rûdaw) - Li Meksîkayê, Valeria Marquez a ku bi vîdeoyên xwe yên derbarê makyajê de li ser platforma medyaya civakî TikTokê dihat naskirin, di dema weşana zindî hat kuştin.
Valeria Marqueza 23 salî li Meksîkayê bi vîdeoyên xwe yên derbarê makyajê de li ser platforma medyaya civakî TikTokê dihat naskirin.
Marquez li bajarê Zapopanê yê Meksîkayê li salona bedewiyê ya ku lê dixebitî di dema weşana zindî de rastî êrişeke çekdarî hat.
Fenomena TikTokê Valeria Marquez di encamê êrişê de canê xwe ji dest da.
Serdozgeriya Eyaleta Jaliscoyê ragihand ku derbarê kuştina Marquezê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
🚨#México | Ejecutan en vivo a la influencer Valeria Márquez
— ElTrino.Co (@EltrinoCo) May 14, 2025
Valeria Márquez, influencer mexicana de 23 años, fue asesinada a sangre fría mientras realizaba una transmisión en vivo. Según testigos, un repartidor llegó a la vivienda, preguntó por su nombre y, al confirmarlo, le… pic.twitter.com/7k8YC3RJz4
Di dema weşana zindî ya Marquez de, piştî ku tê bihîstin ku kesek ji paş ve Marquez agahdar dike ku hin kes tên, êriş tê lidarxistin.
Piştî êrişê, dema ku weşana zindî berdewam dike, kesek telefonê digire û dawî li weşanê tîne.
Marqueza ku li ser Instagram û TikTokê nêzîkî 200 hezar şopîner hebûn, di destpêka weşana zindî de gotibû ku dema ew li cihê xwe nebûye, kesekî "diyariyeke biha" ji bo wê aniye û got ku ew naxwaze li bendê bimîne ku ew kes vegere.
Li gorî daneyên dawî yên Komîsyona Aborî ya Amerîkaya Latîn û Karayîban ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Meksîka bi 1,3 kuştinê ji bo her 100 hezar jinan di sala 2023yan de, di rêza çaremîn a bilindtirîn rêjeya kuştina jinan de li Amerîkaya Latînî û Karayîban cih digire.
🇲🇽 | La influencer y modelo Valeria Márquez fue asesinada cuando se encontraba haciendo una transmisión en vivo dentro de un salón de belleza en Zapopan, Jalisco, México; un sujeto armado se le acercó y le disparó a quemarropa.
— News Day Mundo (@NewsDayMundo) May 14, 2025
⚠️ Video sensible... pic.twitter.com/g9d9GZmBqc
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse