Moskow (Rûdaw) - Parlamenterê Dûmayê Oleg Matfeyçev derbarê hevdîtina Trump û Putin a li ser şerê Rûsya – Ukraynayê got, "Ewropa dikare provakasyonan bike."
Roja Înê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê li Alaskayê bicivin.
Lîderên Ewropî bawer dikin ku di hevdîtina xwe ya li Alaskayê de Donald Trump û Vladimir Putin dikarin Ukraynayê neçar bikin ku peymaneke ziyanbexş îmze bike loma ew jî hewil didin Trump razî bikin ku bi Putin re rêkeftinekê îmze neke.
"Lîderên Ewropî hewil didin nêrînên xwe li ser Trump ferz bikin"
Parlamenterê Dûmayê Oleg Matfeyçev bawer nake lîderên Ewropî bikaribin pêgehê Trump biguherin, lê dibêje, ji bo têkbirina vê hevdîtinê ewê dê provokasyonên xwe bidomînin.
"Hemû lîderên Ewropî hewil didin nêrînên xwe li ser Trump ferz bikin, jê re behsa hin hêlên sor dikin ku divê ew derbas neke; fermanan didin Tramp û mercan datînin pêş wî û hin tiştên din.
Ev hemû pêkenî ne. Trump hez ji van tiştan nake. Loma jî ewê dê nikarin bandor lê bikin.
Lê em bifikarin ku hevdîtin hê dest pê nekiriye, ew dikarin hin provokasyonan bikin, heta dikarin piştî hevdîtinan jî provokasoynê bikin. Wate, daxwaza wan a têkbirina gotûbêjan pir mezin e.”
"Peyman bêyî Zelensky nabe"
Di daxuyaniya hevbeş ya lîderên Ewropî de hat ragihandin ku bêyî beşdariya serokê Ukraynayê Volodtmty Zelensky û hevalbendên Ewropî, divê rêkeftineke aştiyê li ser Ukraynayê neyê kirin; bêyî agirbesteke tevahî dan û standinên aştiyê ne pêkan in û tawîzdayîna erdî nikare bibe merca aştiyê.
Ev di wê demê de ku Donald Trump behsa peymaneke gengaz a ‘erd di berdêla aştiyê de’ kiribû.
"Vegera sînorên 1991ê ne pêkan e"
Serokê Encumena ya Karûbarên Navneteweyî ya Rûsyayê (RIAC) Ivan Timofeyev wiha anî ziman:
“Vegera ser sînorên sala 1991ê bi Ukraynayê re êdî dê nebe. Di mercên heyî de ev yek qet ne pêkan e.
Dema ku ev yek ne pêkan be, divê formuleke nû bê peydakirin. Û bi nêrîna min, formuleke wiha dikare bibe mijara dan û sanên di navbera serokên Rûsya û Amerîkayê de.
Lê pir aşkereye ku ev şer nikare bi vegera ser statukoya sala 2022-ê bi dawî be. ”
Ji aliya din, dema ku ji destpêkirina lûtkeya serokên Rûsya û Amerîkayê re demjimêrên bijimar mane, pispor û aliyên siyasî yên Rûsî bi civînên ciyawaz, encamên gengaz ên lûtkeya lîderên du dewletên zilhêz gengeşî dikin.
"Pêwendiya Amerîka û Rûsyayê asayî nebe qeyrana Ukraynayê çereser nabe"
Profesorê Zanîngeha Pêwendiyên Navneteweyî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Ivan Safrançûk got:
“Bi nêrîna min, bêyî asayîkirineke berfireh ya pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê, çareserkirina qeyrana Ukraynayê jî pêk neyê. ”
Ivan Timofeyev “Bixwe pêkhatina hevdîtina du lîderan, êdî gaveke ber bi pêş e lê ez ne li bendê me ku encameke berbiçav jê derkeve. ”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse