Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî 10 roj mohlet daye Rûsyayê da ku bi Ukraynayê re peymana aştiyê îmze bike.
Trump her wiha da zanîn ku eger peyman çênebe ew dê sizayan li ser Rûsyayê bisepîne.
Serokê Amerîkayê Trump, dema ku ji Skotlendayê vedigeriya Amerîkayê, di balafirê de pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.
Trump li ser daxuyaniya xwe ya doh a ku gotibû “Ez 10-12 rojan dem didim Rûsyayê” got:
“Ez ji îro pê ve 10 rojan mohlet didim. Piştre em dê bacên gumrikê û tiştên bi vî rengî bisepînin.
Ez nizanim ka ev dê bandorê li Rûsyayê bike an na. Diyar e ku (Vladimir Putin) dixwaze şer bidomîne lê em dê bacên gumrikê bisepînin.”
Trump diyar kir ku ew dixwaze di dema kin de di navbera her du welatan de peymaneke aştiyê çêbibe û anî zimên ku ew di wê baweriyê de ye ku Rûsya ji bo vê yekê hewl nade.
Trump her wiha diyar kir ku piştî daxuyaniya xwe ya doh, wî ti bersiv ji Putin wernegirtiye û got, "Gelekî mixabin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse