Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera "Gen Z 212" a ku li Mexribê wekî pêşenga xwenîşandanên Nifşê Zyê yên hefteyên dawî naskirin, ragihand ku ew dê roja şemiyê careke din dest bi xwenîşandanên aştiyane bike.
Tevgerê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ew dê roja şemiyê (18ê Çiriya Pêşîn) li gelek bajarên welêt xwenîşandanên aştiyane li dar bixe.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku biryar hatiye dayîn xwenîşandan bên domandin û berfirehkirin.
Her wiha hat gotin ku di vê çarçoveyê de dê hinek berhem jî bên boykotkirin.
Di daxuyaniyê de bangî ciwanên Mexribî û hemû welatiyan hat kirin ku bi komên mezin dakevin kolanan û heta ku daxwazên wan ên rewa tên bicihanîn piştgiriyê bidin vê tevgerê.
Tevgera "Gen Z 212" hefteyên dawî bi daxwaza reformên di warê aborî, perwerde û xizmetên tenduristiyê de li seranserê welêt xwenîşandanan li dar dixe.
Xwenîşandanên ku li Mexribê nêzîkî 2 hefteyan berdewam kiribû hefteya borî hatibûn rawestandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse