Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê Florinda Baleciyê ragihand, pêwîst e dan û standinên derbarê pirsa atomî ya Îranê de ji nû ve dest pê bikin ku ev yekane rêya çareseriyeke mayînde ye ji bo vê pirsê.
Baleciyê her wiha diyar kir ku sepandina cezayan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê ve nayê wateya bidawîhatina derfeta çareseriyeke dîplomatîk.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê Florinda Baleciyê bi rêya e-mailê pirsên Edîtorê Deska Navneteweyî ya Tora Medyayî ya Rûdawê Niyaz Mistefade bersivandin.
“Çareserî bi rêya leşkerî bi dest nakeve”
Florinda Baleciyê li ser bernameya uranyumê ya Îranê û dan û standinan got:
“Nabe rê bê dayîn ku Îran bibe xwedî çekên atomî, çareseriyeke demdirêj bi rêya leşkerî bi dest nakeve.”
Yekane rê, dan û standin û rêkeftineke di bin çavdêriya hûr a Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî de ye.”
Ev gotinên Baleciyê di demekê de ne ku doh Serokê Amerîkayê Donald Trump li Lûtkeya Şerm Şêxê ya ji bo aştiya li Xezeyê ragihandibû ku Îran pêdiviya wê bi hinek hevkariyê heye û gotibû:
“Gelek cezayên mezin li ser wan hene; ew nikarin li ber xwe bidin. Ceza gelekî giran in. Ez amade me cezayan rakim eger bibêjin em amade ne ji bo dan û standinan.”
Wezareta Karên Derve ya Îranê îro di bersiva daxuyaniya Trump de ragihand ku gotin û kiryarên Amerîkayê yên derbarê welatê wan de ji hev gelekî dûr in.
Wezareta Îranê her wiha amaje pê kir ku Amerîkayê meha Hezîranê di dema danûstandinan de êrişî welatê wan kiriye.
Meha borî Neteweyên Yekbûyî û piştre jî Yekîtiya Ewropayê ew cezayên ku sala 2015an rakiribûn, ji nû ve li ser Îranê sepandin.
“Sepandina cezayan ne dawiya dîplomasiyê ye”
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê derbarê îhtimala serkeftina rêbaza sepandina cezayan a ji bo ku Îran dev ji bernameya xwe ya atomî berde got ku ev yek ji bo neçarkirina Îranê ye da ku vegere ser bicihanîna pabendiyên xwe û li ser çareseriyeke dîplomatîk li hev bike.
Florinda Baleciyê amaje pê kir, eger Îran pabendiyên xwe bi cih bîne, dibe ku kar li ser sivikkirina wan cezayan were kirin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê di wê baweriyê de ye ku sepandina cezayan nayê wateya bidawîhatina dan û standinan û got:
"Belçîka û hevkarên wê piştgiriyê didin hewlên dîplomatîk û siyasî yên ji bo dîtina çareseriyekê."
Li gorî Ajansa Enerjiya Atomê ta Navneteweyî berî êrişa Îsraîlê ya Hezîrana îsal a li Îranê, Tehranê xwedî zêdetirî 400 kîlogram uranyuma bi rêjeya ji sedî 60 zêdetir dewlemendkirî bû lê piştî êrişa Amerîkayê ya 22yê Hezîranê ya li sê tesîsên uranyumê yên Îranê, çarenivîsa wê uranyumê ne diyar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse