Almanyayê plana êrişa li bazara Christmasê pûç kir: 5 kes hatin girtin

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bazar Christmas Almanya Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziyên Almanyayê ragihand ku 5 kes bi gumana plankirina êrişa li ser bazareke Christmasê hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ku ev kes bi gumana plankirina êrişeke bi "motîvasyona Îslamî" ya li ser yek ji bazarên Christmasê hatine desteserkirin.

Saziyên ewlehiyê yên Almanyayê diyar kir ku zilamekî Misirî, 3 Mexribî û zilamekî Sûriyeyî hatine girtin.

Ew bi tevlîbûna di planeke êrişê ya li ser bazareke Christmasê ya li eyaleta Bavyerayê ya li başûrê Almanyayê tên tohmetbarkirin.

Ev plan û desteserkirin salek piştî êrişa bi xwîn a li ser bazara Christmasê ya Magdeburgê tê.

Wê êrişê di demekê de rû dabû ku li Almanyayê ji ber pirsa koçberan alozî hebûn.

Ji bo rêlibergirtina êrişan, îsal li seranserî bajarên Almanyayê li bazarên Christmasê tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine wergirtin.

Lêkoler û saziyên ewlehiyê amaje bi wê yekê kir ku ew guman dikin "motîvasyona Îslamî" li pişt vê plana dawî hebe.

Li gorî rojnameya Bildê, zilamê Misirî 56 salî ye û melayê mizgefteke li nêzîkî bajarokê Dingolfing-Landauyê yê li nêzîkî Munîhê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, sazî guman dikin ku wî zilamî teşwîqa êrişê kiribe.

Plana wan "bikaranîna otomobîlê ji bo kuştin û birîndarkirina herî zêde ya kesan" bûye.

Her wiha lêkoler û saziyên ewlehiyê dibêjin, 3 Mexribî yên ku temenên wan 22, 28 û 30 sal in, li ser encamdana êrişê li hev kiriye.

Di heman demê de zilamê Sûriyeyî yê ku 37 salî ye, rola wî di teşwîqa wan a ji bo çalakiye de hebûye.

Hemû gumanbar derxistin pêşberî dadwer û biryara girtina wan hat dayîn.

Rojnameya Bildê li ser zarê Wezîrê Karên Navxwe yê Eyaleta Bavyerayê Joachim Herrmann zanyarî belav kirin û got:

“Hevahengiyeke hêja ya di navbera dezgehên ewlehiyê de hebû ku rê li ber êrişeke çaverêkirî ya bi motîvasyona Îslamî girt.”

Saziyan cihê desteserkirina gumanbaran û dem û cihê plankirî yê ji bo êrişê eşkere nekirin.

Rêkarên ewlehiyê yên tund

Dawiya salê xelkekî zêde berê xwe dide bazarên Christmasê lê niha ew bazar bi bariyerên betonî hatine dorpêçkirin.

Ev jî piştî wê êrişê tê ku sala 2016an li bazareke Berlînê hatibû kirin û bûbû sedema kuştina 13 kesan.

Sala borî, li bazara Christmasê ya bajarê Magdeburgê yê li rojhilatê Almanyayê, kesekî bi otomobîlê xwe di nav bazarekê de teqand.

Di encamê de 6 kes mirin û zêdetirî 300 kesî jî birîndar bûn.

Talib Cewad Ebdulmuhsînê ku welatiyê Erebistana Siûdî ye, bi tohmeta encamdana wê êrişê li dadgeha Almanyayê tê darizandin.

Tawanbar li xwe mikur hatiye ku ew şofêrê wê otomobîlê bûye ku li xelkê qelibiye.

Destpêka darizandina wî ya meha Çiriya Paşîn wî bijîşkê derûnî dijayetiyeke xwe ya ji bo Îslam û hikûmeta Almanyayê ya bi rêya înternetê derbirîbû.

Wî hincetên siyasî û olî yên dijberî hev pêşkêş kiribûn.

Wan bûyeran dilgiraniyên ewlehiyê nû kirine û nîqaşên derbarê koçberan û ewlehiyê di dema propagandaya hilbijartinan de germ kirine.

Ev jî piştî çendîn êrişên bi kêran tê ku beşek ji wan ji aliyê biyaniyan ve hatine kirin.

Di hilbijartinên parlamentoyê de ku Sibata 2025an hatin kirin, Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgir a tundrew, destkefteke dîrokî tomar kir û pileya duyem bi dest xist.

Piştî demekê ji çaverêkirinê, dawiya meha Çiriya Paşîn bazara Christmasê ya Magdeburgê di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de hat vekirin.

Bazar di navbera bariyerên betonî de ye ku bi rengê kesk û sor hatine boyaxkirin da ku dîmenê ahengê bidin cih.

Li gel vê yekê, hinek bajaran biryar da ku îsal ji ber mesrefa zêde ya rêkarên ewlehiyê bazara kevneşopî venekin.

Sala borî, 170 milyon kesî çûbûn serdana zêdetirî 7 hezar bazarên Christmasê yên li seranserî Almanyayê.

Dahata van bazaran gihîşt 4,2 milyar euroyî.

Wate bi navînî, her kesê ku çûbû 25 euro li wan bazaran xerc kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst