Almanyayê li ser hevdîtina Wadephul û Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Nêçîrvan Barzanî Johann Wadephul Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihand ku di civîna wan a bi Serokê Herêma Kurdistanê re tekezî li ser hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê hatiye kirin.

Wezaretê diyar kir ku ew qîmetê didin wan hewldanên ku ji bo agirbest û kêmkirina aloziyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine dayîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de li hev civiyabûn

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku civîna di navbera her du aliyan de "baş" derbas bûye.

"Em qîmetê didin hewldanên kêmkirina aloziyan"

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê amaje pê kir ku di civînê de "tekezî li ser hevkariya Almanyayê ya bi Herêma Kurdistana Îraqê re" hatiye kirin û wiha pê de çû:

"Em qîmetê didin wan hewldanên ku ji bo aramkirina aloziyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bipêşxistina diyalogê û dabînkirina korîdora mirovî li wan deveran hatine dayîn."

Hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê 8ê Kanûna Paşîn a îsal êrişî taxên Kurdan ên li Helebê û piştre jî êrişî herêmê din ên di bin kontrola HSDyê de kiribû.

Her du aliyan 29ê heman mehê agirbest ragihandibû.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina pêvajoyê û bicihanîna agirbestê bi çend serkirdeyên welatan re axivîbû ku yek ji wan Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bû.

Almanya: Herêma Kurdistanê faktora aramiyê ye

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî "spas û pêzanîna xwe ji bo piştgirî û hevkariya Almanyayê ya di warên cuda de ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir."

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de her wiha hat diyarkirin ku rayedarê Alman "pesnê pêgeha Herêma Kurdistanê da ku faktora aramiyê ye li herêmê" û pabendiya welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgiriya aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Bipêşketinên dawî yên Rojhilata Navîn û encamên wan, mijarên din ên civînê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst