کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

world

Kurd ji lawaziya rola xwe di nivîsandina destûra Sûriyê de nîgeran in

Xalid Hisên

Xalid Hisên

15-08-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Moskowê ye.
Ji meha Tebaxa 2013an ve bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kar dike. VT û raporan li ser kar û barên Rûsyayê amade dike. Şehrezayê siyaseta Rûsya derbarê Rojhilata Navîn e.

Xalid Hisên
Xalid Hisên15-08-2018

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Moskowê ye.
Ji meha Tebaxa 2013an ve bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kar dike. VT û raporan li ser kar û barên Rûsyayê amade dike. Şehrezayê siyaseta Rûsya derbarê Rojhilata Navîn e.

Nûçeyên Têkildar

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir
ÎRAQ26-11-2026

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin
ÎRAQ26-11-2026

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê
Kurdistan26-11-2026

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê

Moskow (Rûdaw) – Mijara destûra nû ya Sûriyê careke din dibe mijareke germ di nav rojeva pirsa çareserkirina qeyrana Sûriyê de. Rûsya li gel alî û kesên ku rola wan heye di pêvajoya nivîsandina destûra nû de, di peywendiyeke berdewam de ye.

Li ser mijara ku bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye, ji Rûsyayê gilî û gazind têne kirin, ji ber ku di amadekirina projeya destûra nû ya Sûriyê de rola Kurdan hatiye lawazkirin û tenê sê Kurd di vê pêvajoyê de beşdar in.

Rizwan Badînî ku yek ji endamên projeya amadekirina destûra nû ya Sûriyê ye, li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Begdanov civiya.

Rizwan Badînî ji Rûdawê re diyar kir ku nameyek ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê re nivîsandiye û di nameya xwe de daxwaz kiriye ku Kurdên Sûriyê vexwînin Rûsyayê û hewl bidin lîsteyek hevbeş ku hemû Kurdên Sûriyê îtifaqa wan heye li ser, were pêkanîn.

Rûsya bi awayekî berdewam amaje bi wê yek dike ku hewl dide rola Kurdan di civînên derbarê pirsa çareseriya qeyrana Sûriyê de zêdetir bikin, lê berevajî wê, roj bi rojs beşdariya Kurdan di gotûbêj û civînan de ber bi lawaziyê ve diçe.

Serokê Desteya Alîkarî ya Rûsyayê bo Sûriyê Olîg Fomîn dibêje: “Me her dem hewl daye ku Kurd di gotûbêjên Cinêv, kongreyên niştimanî yên Sûriyê de ku li Soçiyê hatin sazkirin, beşdar bibin. Me xwest beşdar bibin û me gelek hewl da, êdî tiştê ku tenê em dikarin bibêjin, hêviya me ew e ku bikarbin siyaseta xwe birêve bibin û daxwaz û xwesteka gelê xwe bifikirin û bigihin jihevfêmkirin û rêkeftinê.”

Destûra nû ya Sûriyê bi awayekî serekî pişta xwe bi reşnivîsa destûrê ve girêdide, ku hejmarek pisporên Rûs berî niha amade kiribûn. Li gor projeya destûra nû, daxwaz dike li deverên ku piranî Kurd in, divê Kurd bi xwe, xwe birêve bibin û zimanê Kurdî zimanê fermî bibe, herwiha yekem car e jî tê qebûlkirin ku Komara Sûriye ya Erebî tenê komara Erebî nîne.

Lê belê ji ber lawazkirina rola Kurdan di nivîsandina projeya destûra nû ya Sûriyê de, wisa tê payîn ku  mafên Kurdan dê werin kêmkirin.

Pirsên