Li welatê Vîkîngan, dengvedana siyasetmedarên Kurd

15-11-2025
RÛDAW
Hêmin Ebdulah û Reşîd Kêsteyî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hêmin Ebdulah û Reşîd Kêsteyî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Danîmarka Hilbijartinên Danîmarkayê Reşad Kêsteyî
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – 18ê Çiriya Paşîn li Danîmarkayê hilbijartinên xwecihî birêve diçin û zêdetirî 60 Kurd di van hilbijartinan de namzed in.

Di hilbijartinan de partî dê ji bo 2,432 kursiyên encumenên şaredariyan û 134 kursiyên encumenên herêman bikevin rikberiyê.

Namzedên Kurd li ser partiyên cuda dabeş bûne û piraniya wan namzedên Sosyal Demokratan û partiyên din ên çep ên navendî ne.

"Divê namzedên Kurd li ser pirsgirêkên rojane kar bikin"

Yek ji namzedên Kurd, Reşîd Kêsteyî ye ku wekî kesayetekî çalak ê diyasporayê tê naskirin.

Kêsteyî ku bi salan e li Danîmarkayê dijî li wî welatî leşkerî kiriye û di birêvebiriya parastina sivîlan jî de kar kiriye û di karê xwe de navdar e.

Kêsteyî ji bernameya Diyasporayê re ragihand ku divê namzedên Kurd li ser wan pirsgirêkan kar bikin ku rasterast bi jiyana rojane ya xelkê ve girêdayî ne.

Li gorî wî, ev yek dê bibe sedem ku ew baweriya dengderan bi dest bixin.

Kêsteyî her wiha zêdebûna hejmara namzedên Kurd wekî "nîşana serkeftina Kurdan li Danîmarkayê û tevlîbûna wan a zêdetir di nav civaka Danîmarkayê de" bi nav kir.

Reşîd Kêsteyî ew wekî gaveke girîng ji bo nîşandana hebûn û bandora Kurdan di qada siyaseta demokratîk de nirxand.

"Pêwîst e pireke bihêz di navbera Kurdistan û Danîmarkayê de bê avakirin"

Reşîd Kêsteyî teqezî li ser wê yekê kir ku divê namzedên Kurd xwe li hemberî baweriya dengderên Kurd berpirsiyar bibînin û ji wan xwest ku li ser pirsên neteweyî û niştimanî kar bikin û hişyariya xwe ya siyasî bilind bikin.

Kêsteyî amaje pê kir ku ev derfetek e ji bo Kurdên diyasporayê ku di avakirina pireke bihêz di navbera Kurdistan û Danîmarkayê de roleke girîng bilîzin.

Siyasetmedarê Kurd da zanîn ku divê Kurd ne tenê di warê siyasî de lê di warên çandî, perwerdeyî û aborî de jî bixebitin.

Li gorî gotina Kêsteyî, heta niha ji ber hin astengî û berjewendiyên siyasî û bazirganî, pireke rasteqîn di navbera Kurdistan û Danîmarkayê de ava nebûye.

Ew hêvîdar e ku beşdariya çalak a Kurdan di siyaseta Danîmarkayê de bibe sedema avakirina vê pirê.

Banga beşdariya hilbijartinan

Kêsteyiyê ku di hilbijartinên 2021an de jî namzed bû, şîret li namzedên Kurd kir ku "rastgo bin û ji bo bidestxistina dengên zêdetir çalak bin."

Siyasetmedarê Kurd her wiha diyar kir ku hilbijartinên bê dê ji bo rola Kurdan di siyaseta xwecihî ya wî welatî de ezmûneke girîng be û hêvî kir ku nûnerên Kurd bibin sedema guhertinên erênî.

Reşîd Kêsteyî di dawiyê de ji Kurdên Danîmarkayê xwest ku roja sêşema beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin namzedên Kurd.

Kêsteyî da zanîn ku medyaya civakî ya Kurdî li Danîmarkayê gelekî çalak e û welatî dikarin li wir derbarê namzedan de zanyariyan wergirin û wan nas bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst