Li Danîmarkayê 25 namzedên Kurd bi ser ketin

19-11-2025
Zinar Şîno
Bangeşeya partiyekê / Wêne: Arşîv
Bangeşeya partiyekê / Wêne: Arşîv
Nîşan Danîmarka Hilbijartin Kurd Weşanxaneyên Kurdî
A+ A-

Kopenhag (Rûdaw) - Di hilbijartinên Danîmarkayê de 25 namzedên Kurd bi ser ketin û di dîroka wî welatî de cara yekem e Kurdek wekî kesê yekem ê ne Rojavayî bû şaredar.

Piraniya namzedên serkeftî ji Bakurê Kurdistanê û Anatolyaya Navîn in.

Li gorî encaman, 25 Kurd di hilbijartinên Danîmarkayê de gihîştine meclisên herêm û şaredariyan.

Li hinek şaredariyan jî ji Kurdekî zêdetir bûne endamên meclisan.

Li şaredariyên Albertslund û Ishojê, li her yekê 3 Kurd bûne endamên meclisê.

Li Şaredariya Ishojê Murad Kutuk, Erkan Yapici û Samî Denîz û li Şaredariya Albertslundê jî Hediye Temîz, Resul Kucukakin û Dogan Polat dengên pêwîst standin.

Navên namzedên serkeftî û partiyên wan:

  1. Araz Xan, Hevpeymaniya Lîberal li Şaredariya Odenseyê
  2. Comert Sonsuz, Sosyal Demokrat li Şaredariya Fredensborgê
  3. Dogan Polat, Sosyal Demokrat li Şaredariya Albertslundê
  4. Erdal Colak, Sosyal Demokrat li Şaredariya Vallensbaekê
  5. Eset Şenturk, Radîkalên Çep li Şaredariya Hoje-Taastrupê
  6. Fatîh Baran, Lîsteya Yekgirtî li Şaredariya Brondbyê
  7. Firat Sarî, Partiya Gel a Konservatîf li Şaredariya Vallensbaekê
  8. Îbrahîm Benlî, Lîsteya Yekgirtî li Şaredariya Herlevê
  9. Gul Ozcan, Lîsteya Yekgirtî li Meclisa Herêma Hovedstadenê
  10. Hediye Temîz, Radîkalên Çep li Şaredariya Albertslundê
  11. Huseyîn Araç, Sosyal Demokrat li Şaredariya Aarhusê
  12. Mihemed Zekî Dogru, Sosyal Demokrat li Şaredariya Greveyê
  13. Metîn Denîz, Sosyal Demokrat li Şaredariya Hillerodê
  14. Murad Kutuk, Sosyal Demokrat li Şaredariya Ishojê
  15. Musa Harmanci, Partiya Gel a Konservatîf li Şaredariya Furesoyê
  16. Mistefa Aslan, Sosyal Demokrat li Meclisa Herêma Midtjyllandê
  17. Necla Baran, Lîsteya Yekgirtî li Şaredariya Rodovreyê
  18. Resul Kucukakin, Partiya Gel a Sosyalîst li Şaredariya Albertslundê
  19. Roza Silêman, Sosyal Demokrat li Şaredariya Aalborgê
  20. Samî Denîz, Partiya Gel a Sosyalîst li Şaredariya Ishoj/Vallensbaekê
  21. Selîm Baran, Lîsteya Yekgirtî li Şaredariya Glostrupê
  22. Serdal Benlî, Cîgirê Serokê Partiya Gel a Sosyalîst, ji bo Şaredariya Gladsaxeyê
  23. Taner Genç, Partiya Gel a Sosyalîst li Şaredariya Ballerupê
  24. Yavuz Sarî, Sosyal Demokrat li Şaredariya Guldborgsundê
  25. Ozgen Yucel, Partiya Çep li Şaredariya Hillerodê

Fatih û Selîm Baran birayên hev in û Nejla jî dotmama wan e; her sê jî bi ser ketin û her yek ji wan ji bo şaredariyeke cuda hat hilbijartin.

Ji bilî Roza Silêmanê (ji Şingalê) û Araz Xan (ji Zaxoyê), yên din Kurdên Anatolyaya Navîn û Bakurê Kurdistanê ne.

Kurdek bû Serokê Şaredariya Gladsaxeyê

Serdal Benlî, Cîgirê Serokê Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê ye û bi xwe Kurdê Anatolyayê ye.

Ew sala 1979an ji dayîk bûye û di hilbijartinan de wekî Serokê Şaredariya Gladsaxeyê yê li bakurê Kopenhagê hat hilbijartin.

Li şaredariya wî nêzîkî 70 hezar kesî dijîn.

Li gorî agahiyan dibe ku 4 Kurdên di hilbiajrtinên Danîmarkayê de dengên pêwîst bistînin û werin hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst