Hewlêr (Rûdaw) - Li Şîliyê di gera duyem a hilbijartinên serokatiyê de namzedê rastgir ê tund Jose Antonio Kast bi ferqa 16 puanan bi ser ket.
Li gorî encamên nefermî yên ku Servîsa Hilbijartinê ya Şîliyê (SERVEL) eşkere kirine, ji sedî 99ê sindoqan hatine vekirin.
Li gorî vê yekê, namzedê Partiya Komarparêz ê rastgir ê tund parêzer Kastê 59 salî, ji sedî 58,2yê dengan standin û bi ser ket.
Namzeda "Yekîtiya ji bo Şîliyê" û çepa ku partiya desthilatê piştgirî didayê Jeannette Jarayê jî ji sedî 41,8ê dengan standin.
Jara: Divê em rêzê li biryarê bigirin
Jarayê têkçûna xwe qebûl kir û hevrikê xwe Kast pîroz kir û got:
"Demokrasiyê bi awayekî xurt û zelal gotina xwe got. Ez bi serokê hilbijartî Kast re axivîm çimkî divê em rêzê li biryara welatiyan bigirin.
Herî zêde di demên têkçûnê de divê mirov zêdetir li nirxên demokrasiyê xwedî derkeve."
Serokê Şîliyê Gabriel Boric di weşana zindî ya televizyonê de Kast pîroz kir û got:
"Ez dixwazim hûn zanibin ku wekî dewlet ez dê ji bo welatê me her tim ji hevkariyê re vekirî bim."
Kast jî spasiya Boric kir û got, "Ez dixwazim pêvajoya veguhastinê rêkûpêk û bi rêzdarî be.
Her wiha piştî 11ê Adarê jî nêrîn û nirxandinên we yên li ser welêt dê ji bo min gelekî bi qîmet bin."
Serokê nû Kast kî ye?
Kastê ku di hilbijartinan de bi ser ket, damezirînerê Partiya Komarparêz e û wekî kesayetê sereke yê baskê rastgirên tund ê Şîliyê tê naskirin.
Kast bi paşxaneya xwe ya alîgiriya dîktatorê leşkerî Augusto Pinochet tê zanîn.
Kast di kampanyaya hilbijartinê de ewlehiya giştî, kontrola koçberiyê û biçûkkirina dewletê derxistin pêş.
Ew di aboriyê de alîgirê bazara serbest e û di mijarên civakî de jî xwedî xeteke mihafezekar e.
Kast dê wekî serokê nû yê welêt, 11ê Adara 2026an bi merasîma sondxwarinê bi awayekî fermî dest bi erkê xwe bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse