Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed piştî ku ji desthilatê hat dûrxistin û berê xwe da Rûsyayê, niha li gel malbata xwe li Moskowê jiyaneke "dewlemend lê di nav goşegiriyê de" dijî.
Ev agahî di raporteke kûr a rojnameya The Guardianê ya Brîtanî de cih girtin.
Li gorî raporê, Esed niha mijûlî fêrbûna zimanê Rûsî ye û dixwaze pisporiya xwe ya di warê bijîşkiya çavan de xurt bike ku pîşeya wî ya berê bû.
Hevalekî wî yê nêzîk ji rojnameyê re gotiye, "Pêdiviya wî bi pereyan nîne lê ji wê pîşeyê hez dike û dibe ku bixwaze dewlemendên Rûsyayê derman bike."
Hûrgiliyên jiyana malbata Esed a li Moskowê
Li gorî The Guardianê rewşa jiyana Esed û malbata wî wiha ye:
Cihê manê: Li taxa Rublyovkayê ya Moskowê dijî ku warê dewlemend û berpirsên bilind e.
Tenduristiya Esma Esedê: Hevjîna wî Esma Esed piştî wergirtina tedawiya penceşêrê ya di bin çavdêriya Rûsan de, rewşa wê ya tenduristiyê baş bûye.
Zarokên wan: Jiyaneke şahane dijîn, beşeke demê bi kirîna kelûpelên marka û geşta Îmaratê derbas dikin. Keça wan Zeynê li zanîngeheke bilind a Moskowê bawername bi dest xistiye.
Dûrxistina ji siyasetê
Piştî Komên çekdar ên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir, desthilata Beşar Esed rûxiyabû û bi malbata xwe re reviyabû Rûsyayê.
Esed ji aliyê siyasî ve bi temamî hatiye perawîzkirin. Li gorî Guardianê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin destûrê nade ku ti çalakiyeke wî ya siyasî an medyayî hebe û heta rê nayê dayîn ku pêwendiyê bi berpirsên berê yên hikûmeta xwe re jî bike.
Esed dema ku Kanûna Pêşîn a 2024an reviya, heta agahî nedabû birayê xwe Mahir û xizmên xwe yên nêzîk û tenê ew û malbata wî ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatin rizgarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse