Hewlêr (Rûdaw) - Çiyagerê Filîpîniyê ku dixwest hilkişe ser çiyayê herî bilind ê cîhanê Everestê ji ber ku pir westiya mir.
Li gorî rojnameya Kathmandu Postê, çiyagerê Filîpînî Philipp Santiagoyê 45 salî, piştî ku gihişt kampa 4an a li bilindahiya 7 hezar û 900 metreyan a Everestê, mir.
Di daxuyaniya Wezareta Geştyariyê ya Nepalê de hat gotin ku sedema mirina Santiago wekî “westiyana zêde” hatiye destnîşankirin.
Hat ragihandin ku ji ber rewşa nebaş a hewayê û zehmetiyên lojîstîkî, termê Santiago li kampê hatiye hiştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse