Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Daîreya Federal a Amaran a Almanyayê (Destatis), hejmara kesên ku li Almanyayê bi tenê dijîn sala 2024an gihiştiye 17 milyonan.
Ev hejmar nîşan dide ku di nava 20 salên borî de rêje ji sedî 21,8 zêde bûye.
Daîreya Federal a Amaran a Almanyayê (Destatis) her wiha hişyarî da ku metirsiya hejariyê li ser kesên bi tenê dijîn ji ya komên din ducar zêdetir e.
Destatisê doh ragihand ku ji her pênc kesan yek bi tenê dijî.
Kesên pîr bêhtir bi tenê ne
Li gorî amaran, jiyana bi tenê di nava kesên pîr de ji ya ciwanan berbelavtir e.
Rêjeya herî bilind bi ji sedî 56 di nava kesên 85 salî û mezintir de tê dîtin.
Koma duyem bi rêjeya ji sedî 36,9 kesên di navbera 75 û 85 salî de ne.
Ciwanên di navbera 25 û 35 salî de jî bi rêjeya ji sedî 28 di rêza sêyem de ne.
Rîska hejariyê bilindtir e
Amarên sala 2024an nîşan didin ku metirsiya hejariyê li ser kesên bi tenê dijîn zêdetir e.
Li gorî pîvanên dahat û şert û mercên jiyanê ji sedî 24ê kesên bi tenê dijîn di bin rîska hejariyê de ne.
Destatisê diyar kir, kesê ku dahata wî ji sedî 60ê dahata navînî ya giştî kêmtir be wekî hejar tê hesibandin.
Ji çar kesan yek hest bi tenêtiyê dike
Li gorî heman Destatisê, hestên tenêtiyê di nava kesên bi tenê dijîn de ji sedî 25,8 e, ango ji her çar kesan yek ji wan hest bi tenêtiyê dike.
Di nava ciwanên di bin 30 salî de ev rêje bi ji sedî 35,9 digihêje asta herî bilind.
Li Ewropayê rewş çawa ye?
Almanya di nava 6 welatên Ewropayê de ye ku rêjeya kesên bi tenê lê dijîn bilind e.
Li gorî Daîreya Amarên a Ewropayê (Eurostat) li welatên wekî Lîtwanya, Fînlandaya, Danîmarka û Estonyayê jî rêje bilind e.
Heman çavkanî destnîşan dike ku li Slovakya, Îrlanda û Polonyayê hejmara kesên bi tenê dijîn di asta herî nizm de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse