Hewlêr (Rûdaw) – Vladimir Putinê Serokê Rûsyayê û Donald Trumpê Serokê Amerîkayê pesnê civîna xwe didin û wekî “berhemdar” û “erênî” bi nav dikin.
Lûtkeya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê bi dawî bû.
Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin konferanseke hevbeş a rojnamegeriyê li dar xist.
Putin piştî bidawîhatina lûtkeya li Alaskayê di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş de got:
“Dan û standinên me di atmosfereke avaker û rêzgirtinê de derbas bûn. Gelekî berfireh û bi sûd bûn.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî anî ziman:
“Civîneke me ya gelekî berhemdar hebû û li ser gelek xalan lihevhatin çêbû.
Hejmareke gelekî kêm maye ku em li ser li hev bikin.
Em (li ser wan xalan) negihîştin rêkeftinê lê derfeteke me ya gelekî baş heye ku em bigihêjinê.”
Serokê Rûsyayê hêviya xwe anî ziman ku “ew lihevtêgihiştina ku çêbûye rê li ber aştiya li Ukraynayê veke”.
Putin her wiha xwest ku Ukrayna û Ewropa “ti astengiyan li pêşiya aştiyê” dernexînin.
Trump amaje pê kir ku piştî civînê dê bi rêya telefonê bi serkirdeyên Ewropa û Ukraynayê re biaxive û ji hevtayê xwe yê Rûs re got, dibe ku di demeke nêzîk de ew careke din hev bibînin.
Putin hêviya xwe anî ziman ku careke din li Moskowê bicivin.
Konferansa rojnamegeriyê bêyî wergirtina pirsên rojnamegeran bi dawî bû.
#WÊNE - Lûtkeya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li Alaskayê bi dawî bû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 16, 2025
Diyaloga Trump û Putin a piştî konferansa rojnamegeriyê:
🇺🇸 Trump: Cenabê Serok, ez spasiya te dikim û dibe ku em di demeke nêzîk de careke din biaxivin, gelekî spas Vladimir… pic.twitter.com/isK12HKgwJ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse