Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku ew bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bi telefonê axiviye û wan li hev kiriye ku ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê bicivin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyekê naveroka pêywendiya xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re eşkere kir û got:
"Min nû pêywendiya xwe ya telefonê ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bi dawî anî û gelekî berhemdar bû."
Trump da zanîn ku ji ber "serkeftina mezin a aştiyê ya li Rojhilata Navîn ku wekî ew dibêje bi sedsalan e xeyala wê dihat kirin" Putin pîrozbahî li wî û Amerîkayê kiriye.
Trump amaje pê kir ku ew bawer dike serkeftina li Rojhilata Navîn dê di dan û standinên ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê de alîkariya wan bike.
Serokê Amerîkayê da zanîn, wan li hev kiriye ku şêwirmendên wan ên payebilind hefteya bê bicivin û anî ziman:
"Civînên destpêkê yên Amerîkayê dê ji aliyê Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û kesên din ve werin birêvebirin."
Trump her wiha eşkere kir ku piştî civîna şêwirmendan, ew û Putin "ji bo ku bibînin ka dikarin vî şerê bêrûmet ê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi dawî bînin" dê li Budapeşta paytexta Macaristanê bicivin.
Trump destnîşan kir ku ew dê sibe bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re bicive û ew dê li ser axaftina bi Putin re gotûbêjan bikin.
Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn ku Putin ji ber xebatên wê yên li gel zarokan spasiya Xanima Yekem, Melania Trumpê kiriye.
Trump diyar kir ku ew li ser bazirganiya Rûsya û Amerîkayê ya piştî şerê Ukraynayê jî axivîne û got:
"Ez bawer im bi pêywendiya telefonê ya îro re bipêşketineke mezin çêbû."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse