Almanya dibe ku bilêta erzan a ji bo gera nava welêt ragire

16-08-2025
Hêmin Ebdullah
Deutschlandticket / Wêne: Arşîv
Deutschlandticket / Wêne: Arşîv
Nîşan Deutschlandticket Almanya Bilêt
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê bilêteke erzan ji bo siwarbûn û gera li seranserê Almanyayê bi trên, metro, tramway, otobus û amûrên din ên giştî yên veguhastinê heye.

Gelek Kurdên ku li Almanyayê dijîn xwedî vê bilêtê ne û bi abonetiyeke mehane ya nêzîkî 60 Euroyî (Bihayê rast 49 Euro ye), dikarin li seranserê Almanyayê bigerin.

Yekîtiya Bajarên Mezin ên Almanyayê hişyarî daye ku eger hikûmeta federal a niha barê projeyê hilnegire, dibe ku di sala 2026an de bê rawestandin.

Sedema vê yekê jî ew e ku lêçûnên amûrên veguhastin û çûnûhatinê pir zêde ne û pereyên ku ji abonetiyê tên û rêjeya beşdaran kêmtir ji wan lêçûnan e.

Ji ber vê yekê, divê hikûmeta federal vê valahiya darayî tije bike.

Îsal heta niha hikûmeta federal û herêmên federalî nêzîkî 3 milyar euro ji bo fînansekirina projeyê xerc kirine lê ji bo sala bê ne diyar e ka ev yek dê berdewam bike yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst