Dusseldorf (Rûdaw) - Bavekî Kurd dema hewl dida zaroka xwe rizgar bike ket çemê Rhineyê xeniqî.
Van rojan pêleke germayê ya dijwar welatên Ewropayê daye li ber xwe.
Hin welatan hişyarî daye û dibêjin divê van çend rojan zêdetir baldar bin li ser kesên temenmezin û yên ku nikarin li ber germa zêde bisekinin.
Li Almanya û Holendayê rêxistinên xêrxwazî bi ava sar û hênikkeran alîkariya kesên ku li ser kolanan in û malên wan nînin, dikin.
Ji ber ku van rojan betlaneya dibistanan e jî gelek dê û bav zarokên xwe dibin hewzên avjeniyê, parkan û ser çeman.
Bi taybetî koçberên ku di avahiyên ku zû germ dibin û hênikkirina wan ne hêsan e de dijîn, zêdetir derdikevin derve.
Malbata Heval Husên jî li bajarê Kolnê ji bo hênikbûnê çûbûn ser çêm.
Dema ku yek ji zarokên wî dikeve metirsiyê, ev Kurdê diyasporayê xwe davêje nava avê, bêyî ku bizanibe ev dê bibe nefesa wî ya dawî û piştî demeke kurt dixeniqe.
Li gorî daneyên fermî, îsal 25 kes di çemê Rhineyê de xeniqîne. Ji ber vê yekê, li bajarê Dusseldorfê biryar hatiye dayîn ku avjenî di çêm de bê qedexekirin û kesê ku vê biryarê binpê bike, dê bi 1000 euroyî were cezakirin.
Çemê Rhineyê li bajarê Kolnê ye. Rojên havînê ew der cihê bêhnvedan û hênikbûna bi hezaran kesan e.
Lê li pişt wan dîmena aram, metirsiyeke kujer xwe veşartiye.
Ji bo malbateke Kurd a Êzidî, ev metirsî bû rastiyeke diltezîn. Bavekî 47 salî yê bi navê Heval, li vir kete ber pêlên avê û avê ew li ber xwe bir.
Wî malbata xwe li pey xwe di şokê de hiştiye.
Birayê wî bêdeng li benda nûçeyekê ye lê ne amade bû biaxive.
Hevjîn û zarokên wî jî li gorî gotina pismamê Heval, di rewşeke xirab de ne û nikarin bipeyivin.
“Hêviya zindîmayîna wî pir kêm e”
Pismamê Heval Xudêda Nermo got:
"Pêl û gergerînekên avê pir zêde ne, xasma dema keştiyên barhilgir derbas dibin, pêlên bihêz çêdikin.
Wî xwestiye avjeniyê bike lê ketiye cihekî kûr û gergerînekê ew binav kiriye.
Hêviya zindîmayîna wî pir kêm e, nêzîkî sifirê ye. Bi derbasbûna demê re jî hêviya me kêmtir dibe."
Her çend hêviya malbatê ya ji bo rizgarkirina Heval kêm be jî, ew rûbirûyî rastiyeke tal dibin.
Tîmên agirvemirandinê yên Kolnê roja bûyerê du saetan hewl da termê wî bibînin lê berdevkê wan tekez dike ku dîtina termê wî karekî pir dijwar e.
Berdevkê Agirvemiraninê yê Kolnê Ulrich Laschet jî got:
“Astengiya herî mezin ew e ku bi zelalî ne diyar e ew kes li kû ye. Çemê Rhineyê pir fireh e û em nizanin ew ber bi kîjan aliyê avê ve çûye.
Her wiha, Rhine yek ji rêyên avê yên herî qerebalix ên Ewropayê ye, çûnûhatineke zêde ya keştiyan tê de heye û metirsiyeke pir mezin heye ku ew bikeve bin keştiyekê.
Ji bo ku di zûtirîn demê de pêşî li vê yekê were girtin, hemû tîmên hawarçûnê hatin agahdarkirin û li gorî pîvanên taktîkî yên diyarkirî, ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin da ku di zûtirîn demê de termê wî kesî bê dîtin."
Ev dijwarî, metirsiyên giştî yên çemê Rhineyê radixe ber çavan.
Rêxistina Almanyayê ya Rizgarkirina Jiyanê (DLRG) derbarê vê yekê, bi berdewamî welatiyan hişyar dike.
“Divê bi ti awayî berevajî avê avjenî neyê kirin”
Berdevkê Komeleya Almanyayê ya Rizgarkirina Jiyanê Kian Shahboudaghi jî got:
"Eger kesek bikeve ber pêleke bihêz a avê, divê bi ti awayî berevajî wê avjeniyê neke. Belkî, divê hewl bide bala mirovan bikişîne, hawar bike û bi pêlê re xwe bigihîne beravê.
Eger bikeve nav gergerînokek avê, divê xwe binavî avê bike û ji kûrahiyê hewl bide ji gergerînokê derkeve.”
Tevî ku jiyan li beravên çemê Rhineyê didome, ji bo malbata Heval tenê êş û şîneke kûr ji ber windakirina ezîzê wan maye.
Piştî sê rojan ji lêgerîn û bendewariyeke bi êş, termê Heval 100 kîlometreyan dûrî cihê xeniqîna wî hate dîtin.
Niha derfeta malbata wî heye ku ji bo cara dawî xatir jê bixwazin û wî bi rêzdarî bispêrin axê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse