Pisporê rûsî: Bê deverên HSDê aboriya Şamê bihêz nabe

16-10-2018
Naumkin bal kişand ser deverên di bin kontrola HSDê de û got, bê van deveran aboriya Şamê xurt nabe
Naumkin bal kişand ser deverên di bin kontrola HSDê de û got, bê van deveran aboriya Şamê xurt nabe
Nîşan Sûriye Rûsya Amerîka Îran HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Peymangeha Rojhilata Navîn li Moskow ragihand ku hikûmeta Şamê bêyî deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nikare bihêz bibe.

 

Serokê Peymangeha Rojhilata Navîn li Moskow Vitali Naumkin bal kişand ser deverên di bin kontrola HSDê de û got, bê van deveran aboriya Şamê xurt nabe, ji ber ku piraniya petrol, gaz, çavkaniyên ava vexwarinê û çandinî li van deveran tên peydakirin.

 

Vitali Naumkin wiha got: “Ew dever, kartên xurt dixin destê Serokê Amerîkayê Donald Trump ku dikare bi wê yekê hêzên Îranê ji nav Sûriyê derxîne.”

 

Serokê Peymangeha Rojhilata Navîn ev yek jî anî ziman, ku daxuyaniyên Amerîka derbarê berdewamiya hebûna hêzên wê li nav Sûriyê de dihêle ku têkiliyên Waşinton û Moskow di rewşeke xerab û dijwar de, derbas bibin.

 

Moskow bang li Almanya û Fransayê dike peywendiyên xwe ligel hevpeymanên xwe yê Amerîkî qût bikin û alîkariya Sûriyê bikin daku penaberên wî welatê vegerin malên xwe.

 

Serokê Peymangeha Rojhilata Navîn li Moskowê Vitali Naumkin got, daxuyaniya Amerîkayê derbarê mana hêzên wê li Sûriyê, girêdayî mana hêzên ser bi Îranê ye û ev yek jî derfeta lihevkirinê di navbera Moskow û Washingtonê de pir kêm dike.

 

Vitali Naumkin dibêje niha Moskow bi amedekariyên civîna bilind ve mijûl e ku wê di navbera Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Srokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogn de were sazkirin. Serokê Dezgeha Tendurustî ya Amerîkî Ehmed Tariq jî dibêje, heviyên mezin ên gelên Sûriyê ji Serokê Fransayê hene daku pirsgirêkên wan çareser bike.

 

Serokê Dezgeha Tendirustiya Amerîkî  Ehmed Tariq wiha got: “Gelê Sûrî li bendê ne û bi hevî ne siyasetmedarên Fransî û Serok Macron derbarê parastina gelên Sûriyê de helwestekê werbigirin daku rê li ber binpêkirinên mafên mirovan bê girtin û aştî werê Sûriyê daku bikaribin li welatê xwe bimînin û ji nû ve ava bikin.”

 

Pisporê Rûsî yê Rojhilata Navîn tekez kir ku Ewropa ne neçar e berdewam guhdariya Waşintonê bike û got: "Eger Ewropa wiha difikire ku dê bikaribe Esed ji ser deshilatê bîne xwarê û opozisyona nerm bînin şûna wî, diyar e ew di nav xeyalan de dijîn.”

 

Dîplomatekî Firansî jî eşkere dike ku heta Parîs, garantiya destpêkirina veguhastina pêvajoya siyasî li Sûriyê wernegire, ew beşdarî civîna bilind a Ii Stenbolê nabin.

 

Vitali Naumkin eşkere dike ku kartên bihêz ên guşarê di destê Donald Trump de hene daku bikaribe hêzên ser bi Iranê ji nav axa Sûriyê derxîne û got: “Bakurê Sûriyê di kontrola wan de ye û ji ber ew dever bi petrol, av û kiştûkalê dewlemend in û aboriya Sûriyê jî bêyî wan deveran bihêz nabe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst