FT: Îran û Rûsyayê li ser sîstema parastina asmanî bi dizî li hev kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Rûsya Amerîka Îsraîl Sîstema Parastina Asmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku Îranê ji bo jinûveavakirina tora xwe ya parastina asmanî bi Rûsyayê re peymaneke bi dizî ya bi qasî 500 milyon euroyan îmze kiriye.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya peymanê de radestkirina pergalên MANPADS ên ji cureyê Verbayê û bi hezaran mûşekan tê plankirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku ev peyman rastî wê demê tê ku zextên îdareya Trump ên li ser Tehranê zêde bûne.

Li gorî nûçeya taybet a Financial Timesê (FT) ku dispêre belgeyên Rûsî yên derketine derve û çavkaniyên agahdar, Îranê ji bo jinûveavakirina tora xwe ya parastina asmanî ya ku par di şerê li gel Îsraîlê de zirareke mezin dîtibû, bi Rûsyayê re peymaneke çekan a bi dizî ya bi bihayê 500 milyon euroyan îmze kir.

Li gorî belgeyên Rûsî yên ku derketine derve, di çarçoveya peymana ku meha Kanûna Pêşîn li Moskowê hatiye îmzekirin de, Rûsya dê di nava sê salên pêş de bi hezaran mûşekên parastina asmanî yên bipêşketî yên ku ji ser mil tên avêtin (MANPADS) radestî Îranê bike.

Armanc: Mûşekên krûz û dron in

Peymana bi bihayê 495 milyon euroyan ku bûye mijara nûçeyê, 500 yekeyên avêtinê yên "Verba"yê ku yek ji pergalên herî modern ên parastina asmanî ya Rûsyayê ye, 2 hezar û 500 mûşekên "9M336" û 500 dûrbînên "Mowgli-2" yên ji bo dîtina bişev li xwe digire.

Mûşekên Verbayê yên bi rênîşanderên infrasor dikarin mûşekên krûz, balafirên ku nizm difirin û dron bikin armanc û ji aliyê tîmên biçûk û gerok ve werin bikaranîn.

Ev pergal derfetê dide ku xeteke parastinê ya belavbûyî were avakirin bêyî ku pêwîstî bi sazkirina radarên sabît û vekirî ji bo êrişan hebe.

Li gorî belgeyan, bihayê her mûşekekê 170 hezar euro û bihayê mekanîzmayên avêtinê jî 40 hezar euro hatiye diyarkirin.

Tê plankirin ku radestkirin di navbera salên 2027 û 2029an de wekî sê beşan were kirin lê çavkanî destnîşan dikin ku dibe hejmareke kêm a pergalan berwext radestî Îranê hatibe kirin.

Dema wê balê dikişîne

Hûrgiliyên peymana navborî yên ku derketine derve, rastî wê demê tên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo sînordarkirina bernameya wê ya nukleerî gefa destêwerdana leşkerî li Tehranê dixwe û li Rojhilata Navîn hêzeke mezin a leşkerî dicivîne.

Li gorî zanyariyên FTyê, birêvebiriya Tehranê bi awayekî fermî meha Tîrmeha borî, piştî pevçûnên 12 rojî yên ku Amerîkayê piştgirî dida Îsraîlê, ev pergal xwestine.

Di vê pêvajoya ku Îsraîlê serdestiya asmanî ava kiribû de, tora parastina asmanî ya yekgirtî ya Îranê derbeke giran xwaribû.

Rayedarekî berê yê payebilind ê Amerîkayê, vê peymanê wekî "hewldana sererastkirina têkiliyên" Rûsyayê ya li gel hevalbendê xwe dinirxîne ku di dema krîzê de nekarîbû alîkariyê bide wê.

Di bin siya cezayan de radestkirin

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku dan û standin di navbera ajansa hinardekirina çekan a dewletê ya Kremlînê Rosoboronexport û Nûnerê Moskowê yê Wezareta Parastinê ya Îranê (MODAFL) Rûhulah Katibî de hatine kirin.

Katibî, berê ji ber ku navbeynkariya firotina mûşekên balîstîk ên çêkirina Îranê kiribû yên ku Rûsyayê di dagirkirina Ukraynayê de bi kar anîbûn, ji aliyê Amerîkayê ve xistibûn lîsteya cezayan.

Li aliyê din, tê destnîşankirin ku Balyozê Îranê yê li Moskowê Kazim Celalî di daxuyaniya xwe ya vê hefteyê ya ji bo televîzyona dewletê de, amaje bi firînên dawî yên ku ji Rûsyayê radibin û barê leşkerî vediguhêzin kiriye û bi awayekî nerasterast piştrast kiriye ku peyman "tên bicihanîn".

FTyê ragihand ku di 8 rojên dawî de balafireke kargoyê ya Rûsî ya cureya Îlyuşîn Il-76TD ji Bakurê Kafkasyayê herî kêm 3 sefer ber bi bajarê Kerecê yê Îranê ve kirine.

Nêrînên pisporan: "Dibe ku şer dirêj bike lê..."

Pisporên ku ji Financial Timesê re axivîn, rehenda stratejîk a peymanê bi van gotinan nirxand.

Birêvebirê Navenda Analîza Stratejî û Teknolojiyan Ruslan Pukhov:

"Yekeyên Verbayê, ji bo Rûsyayê rêyeke guncav a ji aliyê mesrefê ve ye da ku parastina Îranê zêde bike bêyî ku hêza xwe qels bike.

Her çend di şerekî îhtîmalî yê li gel Îsraîl an Amerîkayê de parastina giştî bi awayekî mezin xurt neke jî, dikare operasyonên balafir û helîkopterên ku nizm difirin ji bo Amerîkayê bike gelekî metirsîdar."

Nicole Grajewski (Sciences Po): "Ev gav, piştî ku Îsraîlê parastinên asmanî têk birin, nîşaneya guherînekê ye di stratejiya Tehranê de.

Berevajî pergalên mezin ên wekî S-300 an S-400, Verba ne hewceyî perwerdeyeke berfireh e û dikare gelekî zûtir bikeve dewrê.

Her çend ev veguhastin nebin sedem ku Îran karibe li hemberî artêşa herî bipêşketî ya cîhanê bisekine jî, dikare şerê îhtîmalî yê paşê dirêj bike."

Pavel Luzin (Navenda Analîza Polîtîkayên Ewropayê):

"Ev dilxwaziya Rûsyayê ya derbarê dabînkirina çekan ji bo Tehranê de nîşan dide ku nêta Moskowê tune ye pêbendî ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê bibe ku bixweber ji nû ve dikeve dewrê (snapback)."

Di nûçeyê de her wiha hat diyarkirin ku Balyozxaneya Îranê ya li Londonê, Kremlîn û Rosoboronexportê bersiva pirsên têkildarî peymanê nedane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst