Amerîka: Vebijêrka leşkerî ya li dijî Îranê li ser maseyê ye

2 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amerîka Îran Çîn Rûsya Donald Trump
A+ A-

New York - Di civîneke awarte û tijî rageşî ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de, rewşa Îranê bû navenda nîqaşên navneteweyî.

Amerîkayê bi rêya nûnerê xwe ragihand ku hîn jî vebijêrka leşkerî ya li dijî Îranê li ser maseyê ye, li hemberî vê yekê Îran, Rûsya û Çînê hişyariya her cure desttêwerdaneke leşkerî da.

Di destpêka civînê de, çalakvana navdar a Îranî Mesîh Elînejad wekî şahida rewşê hat vexwendin.

Elînejadê çîroka "Siyaweş Şêrzad"ê 30 salî vegot ku bi hêviya soza Donald Trump a parastina jiyana wan, ji bo pîrozkirina serkeftina şoreşê daketibû kolanan.

Ev yek di demekê de ye ku Trump di destpêkê de soza "alîkariyê" dabû xwenîşandaran lê paşê tona axaftinên xwe guhert û behsa wê yekê kir ku kuştin li Îranê rawestiyaye.

Balyozê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Michael Waltz teqez kir ku Trump "mirovê kiryarê ye" û hemû vebijêrk ji bo rawestandina "komkujiyê" li ber dest in.

Li hemberî vê yekê, Alîkarê Nûnerê Îranê Xulamhusên Derzî ev civîn wekî "şermezariyê" bi nav kir û Îsraîl bi handana Amerîkayê ya ji bo hilgirandina şerekî nû tohmetbar kir.

Rûsya û Çîn bi tundî li dijî helwesta Washingtonê derketin. Balyozê Rûsyayê Vasily Nebenzyayî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re dilgiraniya xwe anî zimên ku ev civîn tenê amadekariyek e ji bo destwerdana leşkerî û têkbirina serweriya Îranê.

Alîkarê Nûnerê Çînê Sun Li jî daxwaza vegera li yasayên navneteweyî kir û li dijî "qanûna daristanê" derket.

Mesîh Elînejadê di dawiyê de ji Rûdawê re diyar kir ku Trump ku eger wekî serokên berê (Obama û Biden) tenê bi gotinan piştevaniyê bike, dîrok dê hukmekî tund li wî bibire; mîna ya ku George Bushê bav sala 1991ê li hemberî raperîna Îraqiyan kir û hiştina wan a bi tenê bû sedema kuştina bi hezaran kesan ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst