Moskow (Rûdaw) - Bihayê petrolê yê li bazarên cîhanî ji ber hevdîtinên çaverêkirî yên di navbera Amerîka û Îranê de dadikeve.
Petrola brent a ku roja çarşemê gihîştibû 70 dolarî, niha daketiye binê 69 dolarî.
Tevî vê daketinê jî çav li hevdîtinên roja înê ne. Hinek pispor di wê baweriyê de ne ku dibe Amerîkayê zextên xwe yên li ser Îranê zêde bike. Li gorî analîstên Rûsyayê, ev rewş rasterast bandorê li bazara cîhanî ya petrolê dike.
"Bihabûna petrolê dê bidome"
Pisporê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Rûsyayê Stanislav Mitrokhoviç derbarê mijarê de got:
"Bê guman, eger bihayê petrolê li bazara cîhanî bilind bibe, yan jî bihayê markayên cîhanî yên wekî brent yan jî markayên petrola Ereban bilind bibin, bihayê petrola markayên Rûsî yên wekî Urals, ESPO û petrola me ya Murmanskê jî dê bilind bibin.
Eger di bazara cîhanî de kêmasiya petrolê bidome, bilindbûna bihayê petrolê jî dê bidome."
Rûsya û ambargoya li ser Îranê
Zêdebûna aloziyan di navbera Amerîka û Îranê de dibe ku bibe sedem ku rojane nêzîkî du milyon bermîl petrola Îranê ji bazara cîhanî kêm bibe. Ev yek jî dê pêdiviya bi petrola Rûsyayê zêdetir bike.
Lê belê piraniya analîstên Rûs bawer nakin ku bihabûna petrolê sûdeke mezin bide Rûsyayê çimkî petrola urals a Rûsyayê bi erzanî û bi 20 dolarî di bin bihayê bazarê de tê firotin. Her wiha ambargoya li ser tankerên wê petrolê jî didome.
Lukoil ji Îraqê vekişiya
Ji aliyê din ve, şirketên Rûsyayê jî li herêmê bi hinek astengiyan re rûbirû ne. Şirketa Lukoilê ku li Îraqê xwediyê ji sedî 75ê zeviya Qurnyê ya Rojavayê bû, neçar ma ku jê vekişe.
Ev hemû faktor nîşan didin ku sûda potansiyel a Rûsyayê ya ji aloziyên li dor Îranê betal dibe.
"Em naxwazin li ser pirsgirêkan qezenc bikin"
Endamê Komîteya Karên Derve ya Senatoya Rûsyayê Senator Vladimir Cafarov diyar kir ku ew naxwazin li ser pirsgirêkên welatekî din qezenca xwe zêde bikin û got:
"Gelo ji ber ku ambargoyên li ser Îranê zêde bibin, qey ji bo me baştir dibe? Ç
Em hewl didin bi hemû aliyan re bigihîjin rêkeftinekê.
Bi nêrîna min, kêmbûna aloziyê dê ji bo hemû aliyan sûdmend be. Ji bo petrola Rûsyayê jî dê baştir bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse