Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Amerîka dibêjin, li gorî sala 2021an hêjmara koçberan ji Amerîkaya Latîn ber bi Amerîkaya Bakur %45 zêde bûye ku %75ê wan xelkê Venezuelayê ne. Li gorî Rêxistina Navdewletî ya Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî, tenê di nava 9 mehên destpêkê yên îsal de 155 hezar Venezuelayî û 97 hezar Kolombiyan hewl dane xwe bigihinîne Amerîkayê.
Koçberên Venezuelayî û Kolombiyayî yên ji Amerîkaya Latîn, bi hêvî ne bigihêjin Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê, wan berê xwe daye rêya dar û devî ya di nav daristaneke li Darin Gap a Panama ku derbasbikin, qadeke 5,750 kîlometre çargoşe ye.
Derbasbûna di nav daristanê re herî kêm 10 rojan dirêj dike. Koçber di vê rêyê de rastî birçîbûn, tîbûn, êrîşa ajelên kovî, birîndarbûn, destdirêjî û hinek car kuştinê tên.
Koçberê Kolombî Esperanza Gwero anî ziman, “Em dibin baranê de bê xwarin gelek rûbar û rêyên bikevir derbas dikin. Despêkê em xwarina me bixwere anî dixwin, lê piştre ew jî namîne. Hinek caran yek du roja em bê xwarin dimînin. Piştre em digihêjin kampa ku gelek sadeye. Rê gelek zehmete, hêvîdarim kes pêde neçe, bi taybet ew kesên ku zarokê wan hene.”
Li gorî Rêxistina Navdewletî ya Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî, tenê di nava 9 mehên destpêkê yên îsal de 155 hezar Venezuelayî û 97 hezar Kolombiyan hewl dane xwe bigihinîne Amerîkayê.
Wezîrê Asayîşa Panama dibêje, tenê îsal 160 hezar û 690 koçber di daristanên Darîn Gap de derbas bûne.
Koçberê ji Venezuelayê Darwîn Vidal got, “Careke din dubare nakim. Sê rojan ez û hevjîna xwe di nav daristanê de windabûn. Ji ber zarok bi min re bûn em hêdîka dimeşiyan, bo wê em paş de man û winda bûn.”
Li gorî Wezareta Parastina Sînorên Amerîka, di 2020ê de 536 hezar û 792 kes hatine Amerîkaya Bakur.
Di 2021ê, yek milyon û 321 hezar û 674 kes gihiştine deverên sînorî û tenê di nava 9 mehên despêka 2022ê, hêjmar gihiştiye 1 milyon û 797 hezar û 875 penaberî.
Amerîka salane 8 milyar dolaran li parastina sînorên xwe xerc dike, her çend hêjmareke zêde ya penaberan berê xwe didin vî welatî, Amerîka mafê penaberiyê di 2021an de daye 11 hezar û 411 û di 2022an de jî daye 25 hezar û 456 penaxwazî.
Her wiha Mexico mafê penaberiyê daye 73 hezar û 448 penaxwazî û Kanada jî mafê penaberiyê daye 23 hezar û 321 penaxwazî.
Berpirsên Amerîka dibêjin, li gorî sala 2021an hêjmara koçberan ji Amerîkaya Latîn ber bi Amerîkaya Bakur %45 zêde bûye ku %75ê wan xelkê Venezuelayê ne.
Amerîka jî bo kêmkirina guvaşê ji ser sînorê xwe, biryar daye mafê penaberiyê bide 24 hezar penaxwazên Venezuelayî lê bi mercê ku bi firokeyê biçine vî welatî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse