کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûsya dixwaze armanc û şêwaza çêkirina devera aram bizane

Rûsya dixwaze armanc û şêwaza çêkirina devera aram bizane

world

Rûsya: Divê devera aram di xizmeta vegera serweriya Şamê de be

Xalid Hisên

Xalid Hisên

17-01-2019
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Moskowê ye.
Ji meha Tebaxa 2013an ve bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kar dike. VT û raporan li ser kar û barên Rûsyayê amade dike. Şehrezayê siyaseta Rûsya derbarê Rojhilata Navîn e.

Xalid Hisên
Xalid Hisên17-01-2019

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Moskowê ye.
Ji meha Tebaxa 2013an ve bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kar dike. VT û raporan li ser kar û barên Rûsyayê amade dike. Şehrezayê siyaseta Rûsya derbarê Rojhilata Navîn e.

Nûçeyên Têkildar

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir
ÎRAQ26-11-2026

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin
ÎRAQ26-11-2026

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê
Kurdistan26-11-2026

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi fermî helwesta Rûsyayê li ser pêşniyara Donald Trump a ji bo çêkirina devereke aram li Sûriyê nîşan da û ragihand ku divê çêkirina devera aram di çarçoveya serweriya hikûmeta Şamê de be.

Twîta Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser çêkirina devereke aram li Sûriyê, bûye mijareke germ li Rûsyayê. Moskow niha gotûbêja wê mijarê dike, Rûsya dixwaze armanc û şêwaza çêkirina devera aram bizane.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku çêkirina devereke aram li Sûriyê divê li gor pêwîstiyê be û di çarçoveya rêzgirtina serweriya hikûmeta Şamê de be.

Sergey Lavrov dibêje: “Serok Trump ragihand ku serbazên wan ji Komara Sûriyê ya Erebî derdikevin, di vê çarçoveyê de fikra çêkirina devera aram bi kûrahiya 20 mîl ragihand. Ev mijar divê ji wî aliyê ve were temaşekirin ku siberojeke wê ya çawa dê hebe, ji wî aliyê ve ku çiqas pêwîst e ku bi awayekî bilez hikûmeta Sûriyê axa xwe vegerîne bin kontrola xwe, bêguman ev mijar dema Serok Erdogan li gel Serok Putin werin ba hev, dê were gotûbêjkirin.”

Çavdêrên siyasî ne di wê baweriyê de ne ku Rûsya piştgiriya çêkirina devera aram bike, ji ber ku Moskow her dem bi guman e di meramên Amerîkayê de, bi taybetî di mijara Sûriyê de.

Şarezayê Karûbarên Sûriyê Receb Safarov dibêje: “Gelek guman heye di beşdariya Amerîkayê de li ser çêkirina devera aram. Ew nabêjin lê berjewendiya wan di çêkirina devera aram de ew e ku li wî welatî bimînin, weke wê yekê ku li gelek welatan mane ku berjewendiya wan heye. Êdî bi rêya firokeyên bêpîlot deverê kontrol dikin û rê nadin welatên din ku li wir liv û tevgera wan hebe.”

Bi dirêjahiya qeyrana Sûriyê, çendîn welat li ser çêkirina devereke aram li Sûriyê axivîne, cara ewil Rûsyayê karî devereke aram li wir çêbike bi alîkariya Îran û Tirkiyê.

Pirsên