Li Los Angelesê bi hezaran kes bê mal mane: ‘Kesên navdar alîkariyê dikin’

17-01-2025
Sinan Tunçdemir
Kesên ku malên wan şewitî ne/ Wêne: Rûdaw Grafîk
Kesên ku malên wan şewitî ne/ Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Los Angeles Amerîka Şewat
A+ A-

Los Angeles (Rûdaw) - Li Los Angelesê di şewatê de zêdetirî 12 hezar mal şewitîn û bi hezaran kes jî bêmal man.

Kesên malên şewitî ne bêmal mane û nizanin dê çi bikin, her wiha kesên ku malên neşewitîne jî ji ber sedemên ewlehiyê nikarin vegerin malên xwe ji ber ku dibe ku careke din agir derkeve.

Li cihê alîkariyê gelek welatiyên ku malên wan şewitî ne hene û yek ji wan neçar e li mala bavê xwe bimîne.

Welatiya ku mala wê şewitiye Jannet A.yê got:

“Mala min şewitî. Min ev yek ji biraziyê xwe bihîst dema ku ew çûn kontrola mala xwişka min ku ew jî şewitiye.

Ew dema çûn taxa me vîdeo girtin, li kolana me ji xeynî xaniyekî hemû mal şewitîne.

Tiştê ku maye ji bo min dûxan û çend dîwar in.”

“Sîgorta tenê beşekî dide”

Jannet A.yê derbarê pirsa kompanyaya sîgortaya mala xwe anî ziman:

“Erê, sîgorta min heye lê sîgorta tenê dê beşekî bide û ev jî tê texmînkirin ku dê 2-5 salan bikişîne.

Ji ber vê yekê hêvîdar im ku FEMA (Rêxistina Alîkariya Dewletê) dê di vê valahiyê de alîkar be û em dê neçar bibînin ka çi diqewime.”

“Ez nikarim her tim li wir bimînim”

Jannet A.yê diyar kir ku ew niha li mala bavê xwe dimîne û got:

“Ez tenê kêfxweş û bextewar im ku ew amade ye û hişt ku ez li wir bimînim da ku ez wê xemê nexwim.

Lê ez nikarim her tim li wir bimînim bêguman ji ber ku ez cih digirim li wir û bi derûnî û hestyarî ez li wir xemgîn im.”

Li Los Angelesê ji bilî alîkariya dewletê civak bi awayekî dilxwaz alîkariyan dike û hin cih ji bo wan hatine amadekirin.

Kesên ku li vir alîkariyê dikin dibêjin ew bi saya medyaya civakî zêdetir alîkariyê dikin.

Birêvebirê Alîkariyan Dan Rue got:

“Alîkariyên me bi saya mirovên navdar ên medyaya civakî dest pê kir û ez jî ji wan kesan im.

Şofêrên barhilgiraên xwarinê xwedî hesabê TikTokê ne.

Ez roja şemiyê hatim û kesên din jî hatin û gelekî mezin bû.”

Birêvebiriya Joe Biden da zanîn ku ew dê 6 mehên pêşiya me alîkariyên xwarin û vexwarinê û her wiha cihê razanê bidin kesên ku bêmal mane.

Li aliyê din, ew malên neşewitî ji bo ku neyên talankirin ji aliyê leşker û polîsan ve tên parastin,

Ji ber ku welatî neçar mane malên xwe li pey xwe bihêlin û nikarin vegerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst