Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komarî yê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Michael McCaul, bangê rêveberiya Sûriyeyê kir ku demildest tundiya li dijî hêzên Kurd rawestîne.
McCaul hişyarî da û got, "Ez dixwazim bi bîr bînim ku şertê rakirina Cezayên Qeyser, parastina pêkhateyan û pêbendbûna bi Peymana 10ê Adarê ya bi HSDyê re ye."
Nûnerê Teksasê Michael McCaul li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û dilgiraniya xwe ya kûr li ser nûçeyên pêşveçûna hêzên çekdar ên Sûriyeyê ya li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li Helebê anî zimên.
McCaul diyar kir ku rakirina cezayan di çarçoveya Yasaya Qeyser de divê şaş neyê şîrovekirin û wekî "bêxemiya li hemberî kiryarên hikûmetê" neyê dîtin.
"Şertê me Peymana 10ê Adarê ye"
McCaul şertên rakirina sizayan bi bîr anî û got:
"Ez dixwazim ji hikûmeta Sûriyeyê re bi bîr bînim ku betalkirina Yasaya Qeyser, şertên parastina pekhateyên etnîkî û pebendbûna bi peymana entegrasyonê ya 10ê Adarê yên bi HSDyê re li xwe digire."
Êrişên li ser pêkhateyan
Endamê Kongreyê bal kişand ser rewşa pekhateyên olî û etnîkî û wiha axivî:
"Di demekê de ku gelek êrişên hovane li dijî pekhateyên olî û etnîkî yên li Sûriyeyê, di nav de Xiristiyan, Durzî û Kurd berdewam dikin, ez bangî hikûmeta Sûriyeyê dikim ku ji bo rawestandina tundiyê zêdetir hewl bide."
McCaul di dawiya peyama xwe de tekez kir ku hikûmet divê ji bo aramiya herêmê rageşiyê kêm bike û got, "Kongre û Amerîka pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse