Xwendkarê Kurd ê beşa hişê çêkirî: Em dikarin bi pêş bikevin

17-02-2025
Hêmin Ebdullah
Xwendekarê beşa Hişê Çêkirî Las Niyaz Necmedîn / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Xwendekarê beşa Hişê Çêkirî Las Niyaz Necmedîn / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Las Niyaz Necmedîn Hişê Çêkirî
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Xwendekarê beşa hişê çêkirî Las Niyaz Necmedînê li Swêdê dijî got, “Em dikarin di warê teknolojiyê de bi pêş bikevin heke em bi tenê jî bin.”

Las Niyaz Necmedîn xortekî Kurd e ku li Swêdê li zanîngehê beşa Hişê Çêkirî dixwîne, projeyeke wî heye ku dixwaze bi rêya wê xortên Kurdistanê û diyasporayê nêzîkî hev bike

Las Niyaz Necmedînê 18 salî bû mêvanê Diyasporayê û behsa jiyana xwe kir û got:

“Ez li Kurdistanê ji dayîk bûme, piştre demeke kurt li Brîtanyayê jiyame. Her çi qasî temenê min gelekî biçûk bû û ti tişt nayê bîra min, ez piştre vegeriyam Kurdistanê.

Ez ji temenê heşt-neh salî ve hatime Swêdê û ji wê demê ve li vir im.”

Las Niyaz Necmedîn behsa girîngiya Hişê Çêkirî û bandora wê ya li ser paşeroja mirovahiyê kir û got:

"Ez gelekî dixwazim xelkê Kurdistanê dest pê bie û hînî Hişê Çêkirî û teknolojiya nû bibin.

Li welatên fena Swêd, Amerîka û Ewropayê bi berdewamî mijûlî bipêşxistina teknolojiyê ne û alîkariyeke wan a zêde heye.

Wekî mînak, berî demekê Googleyê sîstemek bi navê 'AlphaFold'ê çêkir ku alîkariya çêkirina protînan dike."

Li gorî Las, vê teknolojî bandoreke mezin li ser qada bijîşkiyê kiriye.

Derbarê vê yekê jî got, "Bi alîkariya AlphaFoldê, zanayan kariye protînan nîşanî bijîşkan bidin û karîne derman û çareseriyên nû çêbikin. Ev tenê mînakek e ji sedan bikaranînên Hişê Çêkirî."

Derbarê çawaniya destpêkirinê li Kurdistanê, Las planeke zelal pêşkêş kir û got:

"Pêwîst e ji destpêkê ve xort hînî zimanê Pythonê bibin. Li zanîngehan jî divê van babetan hînî xwendekaran bikin, çawa ji matematîkê fêm bikin û çawa dikarin bi Hişê Çêkirî re kar bikin.

Piştre dikarin van zanyariyan bi kar bînin ji bo kompanyayan, nexweşxaneyan, yan alîkariya hikûmetê."

"Swêd û welatên Ewropayê di teknolojiyê de gelekî li bi pêş in”

Las derbarê îhtimala dubarebûna ezmûna welatên pêşketî li Kurdistanê, bi geşbînî got:

"Rast e Swêd û welatên Ewropayê gelekî li bi pêş in di teknolojiyê de lê bê guman em jî dikarin pêş bikevin.

Tewra eger tu bi tenê jî li ser vê qadê kar bikî dîsa dibe. Bi rêya YouTube û Google û çavkaniyên cuda dikarî hîn bibî.

Girîng ew e ku em bizanin çi pêwîst e ku em hîn bibin û dem û hêz û çavkaniyên pêwîst jê re veqetînin.

Em dikarin zû bigihêjin wî astê ku em dixwazin û navenda me ya taybet ji bo bipêşxistina Hişê Çêkirî hebe."

“Pêşbaziyeke tund dê çêbe”

Las li ser pêşbîniyên xwe yên ji bo sala 2025an, amaje bi wê yekê kir ku pêşbaziyeke mezin di navbera kompanyayên xurt de dê çêbe û got:

"Di vê salê de me dît ku Google jî hatiye nav pêşbaziyê. Ev pêşbazî ye ji bo ka kî Hişê Çêkirî yê herî baş çêdike.

Bi dîtina min pêşbaziyeke tund di navbera kompanyayên mezin û kompanyayên wekî ChatGPT de dê çêbe."

Di dawiyê de jî Las tekez kir ku di sala 2025an de çaverê dike ku Hişê Çêkirî erzantir û leztir berdest be û wiha domand:

"Tewra Elon Musk jî Hişê Çêkirî yê taybet bi xwe çêdike û dixwaze bê nav vê qadê.

Xelkê zêdetir dikarin wek DeppSick bi kar bînin û kompanya hewl didin bi awayekî erzantir û leztir xizmetguzariyên xwe pêşkêş bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst