Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma xweser a Extremadurayê ya li başûrrojhilatê Spanyayê Partiya Gel (PP) a rastgir a mixalefeta sereke di hilbijartinan de bi ser ket û Partiya Karkerên Sosyalîst (PSOE) a desthilatdar jî rastî têkçûneke dîrokî hat.
Li Extremadurayê ku yek ji 17 rêveberiyên xweser ên Spanyayê ye, doh (21ê Kanûna Pêşîn) hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya herêmî hatin kirin.
Rêjeya beşdariya di hilbijartinan de li gorî hilbijartinên borî 7 puanan daket û di asta ji sedî 62,64an de ma.
Têkçûna dîrokî ya Sosyalîstan
Li gorî encamên fermî, li parlamentoya herêmî ya Extremadurayê ku ji 65 kursiyan pêk tê, PPyê 29, PSOEyê 18, partiya rastgira tund Voxê 11 û partiya çepgira tund Unidas Extremadurayê jî 7 parlamenter derxistin.
Li gorî hilbijartinên dawî yên Gulana 2023yan ên li Extremadurayê, PPyê hejmara kursiyên xwe yek zêde kir lê PSOEyê 10 kursî winda kirin.
Voxê dengên xwe zêde kirin
Di hilbijartinên herêmî de partiya ku herî zêde dengên xwe zêde kirin partiya rastgira tund Vox bû.
Voxê hejmara parlamenterên xwe yên li Extremadurayê ji 5an derxist 11an.
Ji ber PPya ku di hilbijartinan de bi ser ket bi tenê nikare piraniya pêwîst bi dest bixe, ji bo avakirina hikûmetê neçar e ku bi rastgira tund re li hev bike.
"Me encameke gelekî xerab stand"
PSOEya ku Serokwezîr Pedro Sanchez serokatiya wê dike, li Extremadurayê têkçûneke dîrokî xwar.
Namzedê serokatiyê yê PSOEyê yê li Extremadurayê Miguel Angel Gallardon daxuyand, "Me encameke gelekî xerab stand" û birêvebiriya herêmî ya partiya xwe vexwend civîneke lezgîn.
Tê pêşbînîkirin ku encamên hilbijartinên li Extremadurayê paşeroja hikûmeta navendî ya Spanyayê hîn zehmettir bike.
Hikûmeta navendî ya kêmîneya çepgir ji Çiriya Paşîn a 2023yan ve li ser desthilatê ye û ev du meh in ku piştevaniya ji derve winda kiriye.
Mixalefeta sereke (PP) daxwazên xwe yên ji bo hilbijartinên giştî yên pêşwext ducare kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse