Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani piştrast kir ku ji bo piştgirîdayîna hewlên jinûveavakirin an jî qonaxa veguhastinê ya li Xeze û Filistînê, daxwaza şandina leşkerên Îtalyayê hatiye kirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îtalyayê (ANSA), Antonio Tajani li Cîbûtiyê çûye cem leşkerên Îtalyayê yên li baregeha piştevaniya leşkerî û yên li ser keştiya şer a Antonio Marcegliayê û bi wan re Cejna Noelê pîroz kiriye.
"Hûn hilgirên aştiyê ne"
Tajani di axaftina xwe ya ji bo leşkeran de gotiye, "Wekî hemû hevpîşeyên xwe yên li cîhanê xizmetê dikin, hûn jî hilgirên aştiyê ne."
Wezîrê Îtalyayê li ser daxwaza ji bo Xezeyê jî wiha axivî:
"Li her derê pêdivî bi leşkerên Îtalyayê heye. Ji bo her qonaxeke jinûveavakirin an veguhastinê ya paşerojê li Xeze û Filistînê daxwaza hebûna me hatiye kirin.
Ev dişibe wê naskirina ku hêzên me li Sirbistan, Kosova, Albanya (Arnawidistan) û Montenegroyê dît."
Tajani bal kişand ser şiyan û kapasîteya operasyonel a hêzên Îtalyayê û diyar kir ku ew dikarin xwe li gorî hawîrdorên cuda biguherînin.
Girîngiya Deryaya Sor
Antonio Tajani bal kişand ser berjewendiyên aborî yên stratejîk ên Îtalyayê yên li Deryaya Sor û diyar kir ku ji sedî 40ê bazirganiya deryayî ya welêt di wir re derbas dibe.
Hêzên Îtalyayê niha beşdarî mîsyona Aspidesê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) dibin ku Sibata 2024an ji bo ewlehiya deryayî ya herêmê dest pê kiribû.
Metirsiya Sûdanê
Tajani li ser aramiya herêmî jî hişyariya metirsiyên ji ber aloziya Sûdanê da û got ku dibe ev bibe sedema pêlên koçberiya neyasayî ya ber bi Îtalyayê ve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse