Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê li Okyanusa Pasîfîk a Rojhilat êrişî keştiyekê kir ku tê îdiakirin bazirganiya madeyên hişbir dikir.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM), operasyon doh pêk hatiye.
Hat diyarkirin ku operasyon li ser fermana Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth û ji aliyê Hêza Peywira Hevpar a Southern Spearê ve li avên navneteweyî hatiye kirin.
"Terorîstekî madeyên hişbir hat kuştin"
SOUTHCOMê li ser operasyonê ev agahî dan:
"Agahiyên istixbaratê piştrast kir ku ew keştiya ku bi dizî tevdigere, li ser rêyên naskirî yên bazirganiya madeyên hişbir a li Pasîfîka Rojhilat derbas dibû û tevlî operasyonên bazirganiyê bûbû.
Di dema çalakiyê de hat piştrastkirin ku 'terorîstekî madeyên hişbir' hatiye kuştin."
Fermandariyê bi rêya hesabê xwe yê platforma Xê da zanîn ku ti ziyan negihîştiye hêzên leşkerî yên Amerîkayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse