Nûnerê Trump hişyarî da Îraqê: Divê komên çekdar nemînin

3 demjimêr berê
Nîşan Mark Savaya Îraq Komên Çekdar Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Îraqê Mark Savaya di daxuyaniyeke fermî de helwesta Washingtonê ya derbarê paşeroja komên çekdar ên li Îraqê eşkere kir.

Savaya diyar kir ku behsa pêngavên komên çekdar ên ber bi çekdanînê ve tê kirin û ev yek "bipêşveçûneke erênî û hander (teşwîqker) e" lê da zanîn ku tenê daxuyaniyên bi niyeta baş têrê nakin û divê kiryar hebin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê pesnê rola merceiyet û desthilatên olî yên bilind ên Îraqê da û destnîşan kir ku ev hewl bersivdanek e ji bo bangên wan ên dîrokî.

Savaya rêz û hurmeta xwe ya kûr ji bo "zanatî û serkêşiya manewî ya merceiyetê" nîşan da û got:

"Ew her tim wekî pisûlayekê bûn ji bo neteweyê."

"Divê pêvajoya çekdanînê bêyî veger be"

Mark Savaya di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê pêvajoya çekdanînê berfireh be û bêyî veger were pêkanîn û got:

"Pêwîst e ev pêvajo nehiştina bi temamî ya hemû komên çekdar li xwe bigire û veguhastineke birêkûpêk û yasayî ji bo endamên wan ber bi jiyana sivîl ve misoger bike.

Ev jî divê di çarçoveyeke niştimanî ya ronî û pêbendker de be."

Destûr û mafê hilgirtina çekan

Savaya amaje bi Destûra Îraqê kir û ragihand, mafê ti aliyê siyasî yan kesî nîne ku li derveyî desthilata dewletê hêza wî ya çekdar hebe.

Wî ducare kir ku divê mafê hilgirtina çekan tenê di destê saziyên meşrû yên federal û herêmî de be.

"Îraq li pêşberî werçerxaneke diyarker e"

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê di dawiyê de hişyarî da û got:

"Îraq li pêşberî werçerxaneke diyarker e, yan ber bi aramî û serweriya yasayê ve gavan davêje yan jî di nav xeleka perçebûnê de dimîne ku tê de komên neyasayî samana niştimanî ji bo berjewendiya şexsî û ajendayên derve bi kar tînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst