Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê biryara xwe ya derbarê Îranê ne di nava çend mehan de, di nava çend hefteyan de bide.
Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham li bajarê Tel Evîvê yê Îsraîlê di civîneke rojnamegerî de axivî.
Lindsey Graham derbarê egera êrişa leşkerî ya Amerîkayê ya li Îranê û gera duyem a dan û standinên nukleer daxuyanî da ku dê li Cenevreyê bên kirin.
Du vebijêrkên li pêşiya Washingtonê
Graham diyar kir ku li pêşiya birêvebiriya Washingtonê du vebijêrk hene û got:
"Yek ji wan rêya dîplomatîk e, hewldana dîtina rêyekê ye ji bo bidawîanîna vê rejîmê bi awayekî dîplomatîk ku berjewendiyên me yên ewlehiya neteweyî biparêze. Ya din jî vebijêrka leşkerî ye."
Graham da zanîn ku Trump di nava lêgerîna wê yekê de ye bê ka "kîjan vebijêrk dikare masiyê mezintir bigire."
Bi gotina wî Trump dê biryara xwe "ne di nava çend mehan de, di nava çend hefteyan de" bide.
“Rejîm di xala herî lawaz de ye”
Graham îdia kir ku birêvebiriya Îranê ji sala 1979an û vir ve di "xala xwe ya herî lawaz de ye."
Graham li ser bersiva Îranê ya li hemberî egera êrişeke Amerîkayê wiha got:
"Gelo leşkerên me yên li herêmê dikarin bên lêdan? Bê guman dikarin bên lêdan. Eger em êrişeke berfireh bikin gelo Îran dikare bersivê bide? Bê guman dikare bide."
Graham di daxuyaniya xwe ya ji bo The Times of Israelê de jî got ku di navbera Trump û Netanyahu de li ser mijara Îranê ti cudahiya nêrînan nîne.
Senatorê Amerîkî li ser gavên Îsraîlê yên ji bo îlhaqkirina Şerîeya Rojava jî hişyarî da.
Wî got ku pêngava îlhaqê dê li qada navneteweyî "derbeyeke mezin" li Îsraîlê bixe.
Dan û standinên li Cenevreyê
Tê çaverêkirin ku şandeyên Amerîka û Îranê îro li Cenevreyê di çarçoveya gera duyem a dan û standinên nukleer de hevdîtinê bikin.
Gera yekem a dan û standinên nukleer ên di navbera Îran û Amerîkayê de 6ê Sibatê li Umanê hatibû kirin.
Dan û standin piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li Îranê yên Hezîrana 2025an qut bibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse