Rûsya: Ukraynayê li Kurskê 76 hezar leşker ji dest dan

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rûsya Ukrayna Şer Kursk
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Valery Gerasimov ragihand ku hêzên Ukraynayê li herêma Kurskê zêdetirî 76 hezar leşker ji dest dane.

Sererkanê Giştî yê Rûsyayê Valery Gerasimov diyar kir ku beşek ji wan leşkerên herî perwerdekirî û "kirêgirtiyên biyanî" bûn û got:

"Hêzên rejîma Kîevê û yekîneyên leşkerî li herêma Kurskê, zêdetirî 76 hezar kes ji leşkerên herî perwerdekirî û bihêz ên Ukraynî û kirêgirtiyên biyanî winda kirin.

Her wiha zêdetirî 7 hezar û 700 parçe çek û kel û pelên leşkerî yên wan hatin têkbirin."

Nîvê sala 2025an Ukraynayê ragihandibû ku wan 15 hezar leşkerên Rûsyayê li wê herêma rojavayê Rûsyayê kuştine.

Tora Medyayî ya Rûdawê nikare bi awayekî serbixwe amarên aliyan piştrast bike, ji ber ku wekî protokoleke leşkerî, Rûsya û Ukrayna amara zerer û ziyanên xwe belav nakin.

Valery Gerasimov amaje bi wê yekê kir ku operasyona leşkerî ya Ukraynayê ya li herêma Kurskê "têk çûye".

Gerasimov destnîşan kir ku birêvebiriya Kîevê hewl daye dest bavêje "serkêşiyekê" da ku bala hêzên Rûsyayê ji ser bereya Donbasê rake û wiha axivî:

"Roja 26ê Nîsanê rizgarkirina herêma Kurskê ji komên çekdar ên artêşa Ukraynayê temam bû.

Plana serkêşiyê ya serkirdetiya Kîevê ya di vî warî de bi ser neket.

Wan digot ku em dê neçar bimînin êrişên xwe yên li Donbasê rawestînin û beşek ji hêzên xwe yên şerker veguhêzin Kurskê lê ev yek pêk nehat."

Gerasimov derbarê çawaniya rûbirûbûna derbasbûna hêzên Ukraynayê got:

"Devera derbasbûnê hat dorpêçkirin, di heman demê de êrişa bilez a hêzên asmanî û piyadeyên deryayî dest pê kir.

Her wiha manevrayeke neçaverêkirî ya dijmin bi derketina li pişta hêzên Ukraynayê bi rêya boriya gazê, bû sedema têkçûna xetên parastinê yên dijmin."

Sererkanê Giştî yê Rûsyayê pesnê rola leşkerên Koreya Bakur a di operasyonê de da û got:

"Bi taybetî amaje bi beşdariya leşkerên Koreya Bakur a di vê operasyonê de dikim.

Leşker û efserên artêşa Koreya Bakur di dema bicihanîna erkên şer de mil bi milê leşkerên Rûsyayê û di dema bersivdayîna êrişa Ukraynayê de, şiyan, xweragirî, wêrekî û qehremanî nîşan da.

Her wiha wan beşdarî di pûçkirina mayînên axa herêma Kurskê de jî kir."

Ukraynayê 6ê Tebaxa 2024an êrişeke ji nişka ve biribû ser herêma Kurskê û gelek bajarok û gund kontrol kiribûn.

Hêzên Rûsyayê di nîvê sala 2025an de ragihandibû ku wan piraniya Kurskê kontrol kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst