Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gef li Îranê xwar û hişyarî da ku eger xwenîşander bên kuştin, Îran dê "derbeyeke gelekî giran" ji Amerîkayê bixwe.
Xwenîşandanên ku dawiya sala 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber giraniyê dest pê kiribûn berdewam dikin û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî rewşê ji nêzîk ve dişopîne.
Donald Trump roja yekşemê di balafira Serokatiya Amerîkayê "Air Force One"ê de ji rojnamegeran re axivî û peyamên tund dan rêveberiya Tehranê.
"Em rewşê ji nêzîk ve dişopînin"
Trump diyar kir ku ew çavdêriya bûyeran dikin û got:
"Em rewşê gelekî ji nêzîk ve dişopînin. Eger ew dest bi kuştina xelkê bikin, wekî ku di rabirdûyê de kirine, ez bawer im ew dê ji aliyê Amerîkayê ve derbeyeke pir giran bixwin."
"Em bi çekên xwe amade ne"
Serokê Amerîkayê Donald Trump çend roj berê jî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyeke tund belav kiribû û gefa mudaxeleyê xwaribû.
Trump di wê peyama xwe de gotibû:
"Eger Îran xwenîşanderên aştîxwaz gulebaran bike û bi awayekî hovane bikuje ku ev edeta wan e Amerîka dê bi hawara wan ve biçe."
Trump her wiha îşaret bi amadehiya leşkerî kiribû û anîbû zimên:
"Em bi çek û cebilxaneyên xwe amade ne û li benda tevgerê ne. Spas ji bo guhdana we ya ji bo vê mijarê!"
Xwenîşandan belav dibin
Xwenîşandanên ji ber giraniyê û rewşa aborî roja Yekşemê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Tehranê dest pê kiribûn.
Di demeke kurt de xwenîşandan li parêzgehên wekî Kirmaşan, Loristan, Îlam, Çarmehal û Bextyarî, Qûm, Xûzistan, Fars, Îsfehan, Hemedan û Meşhedê belav bûn.
Heta niha li hinek bajaran di navbera hêzên ewlehiyê û xwenîşanderan de alozî derketiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse