Şewatên li Spanyayê venamirin: 7 kes mirin

17-08-2025
RÛDAW
Nîşan Spanya Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Spanya bi şewatên herî mezin ên dîroka xwe re têdikoşe û li zêdetirî 50 deveran ji bakur heta başûrê welêt agir ji kontrolê derketiye.

Zêdetirî 4 hezar kesên ku hatine veguhastin şeva xwe li derve derbas kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Spanyayê ya ku dispêre çavkaniyên birêvebiriyên xwecihî, li Kastilya û Leonê 25, li Galiçyayê 14, li Asturiasê 12 û bi taybetî li herêma Extremadurayê ya li başûr, bi giştî li zêdetirî 50 deveran şewatên li daristanan didomin.

Ourenseya li Galiçyayê, Leon û Zamoraya li Kastilya û Leonê, Parka Xwezayî ya Somiedoyê ya li Asturiasê û Plasenciaya li Extremadurayê wekî herêmên ku şewatên herî mezin lê hene derdikevin pêş.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên birêvebiriyên xwecihî, li Kastilya û Leonê 3 hezar û 250 kesî şeva xwe li derveyî malên xwe derbas kir.

Hat diyarkirin ku li herêma Galiçyayê heta niha zêdetirî 47 hezar hektar erd şewitiye.

Ji ber şewatên ku bandor li derdora Ourenseyê kiriye, hîn jî bi sedan kes şeva xwe li salonên sporê, stargehan an jî li cem dost û xizmên xwe derbas dikin.

Hat ragihandin ku li herêma Extremadurayê ya li başûr jî, li bajarokê Jarillayê yê bajarê Caceresê 200 kes hatine veguhastin.

Her wiha Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez dê îro biçe serdana Ourenseya Galiçyayê û Leona Kastilya û Leonê ku herêmên herî zêde di bin bandora şewatên li daristanan de mane ne.

Yekîneyên Alîkariya Bilez a Leşkerî ya Spanyayê (UME) û balafirên ku ji Yekîtiya Ewropayê hatine şandin jî piştgiriyê didin xebatên vemirandina şewatên li daristanan.

Di têkoşîna li dijî şewatên li daristanan de 7 kes mirin.

Portugal

Li aliyê din, hat ragihandin ku li Portugala ku ji destpêka meha tebaxê ve di rewşa alarmê de bi şewatan re têdikoşe, niha li 78 deveran şewatên çalak hene ku 8 ji wan mezin in.

Saziya Parastina Sivîlan a Portugalê ragihand ku li seranserî welêt 5 hezar û 148 agirkuj beşdarî xebatên vemirandina şewatê dibin û 42 balafir û 305 wesayîtên bejahî jî piştgiriyê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst