Wezîrê Çandê yê Hamburgê li ser ‘mirina rastiyan’ a di serdema hişê çêkirî de hişyarî da

17-10-2025
RÛDAW
Nîşan Hamburg ENEX Hişê Çêkirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çand û Medyayê yê Hamburgê Carsten Brosda hişyarî da ku hilweşîna rastiyan a di nîqaşên giştî û medyayê de gefê li civakên demokratîk dixwe.

Birêveberên saziyên medyayê yên endamên Tora Veguherandina Nûçeyan a Ewropayê (ENEX) li Hamburgê li hev civiyan.

Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed jî di vê civînê de amade bû.

“Mirina rastiyê, serkeftina dawî ya şerxwazan e”

Wezîrê Çand û Medyayê yê Hamburgê Carsten Brosda di axaftina xwe ya li civînê de ragihand ku agahiyên nerast, berevajîkirin û zêdebûna wan mijarên ku bi hişê çêkirî tên amadekirin, jîngeheke wisa afirandiye ku tê de roj bi roj rastî zêdetir winda dibin û got:

"Mirina rastiyê, serkeftina dawî ya şerxwazan e. Eger paşeroja rojnamegeriyê nebe, dê paşeroja demokrasiyê jî nebe."

ENEX hevbendiyeke cîhanî ya dezgehên medyayî û nûçeyan e û Tora Medyayî ya Rûdawê wekî yekane saziya ji Îraq û Kurdistanê endamê wê ye.

Civîn rojên 16 û 17ê vê mehê li Hamburgê ji bo gotûbêjkirina wan astengiyên ku di serdema dîjîtal û hişê çêkirî de rûbirûyî qada ragihandin û rojnamegeriyê dibin hat lidarxistin.

Brosda di axaftina xwe de bal kişand ser bipaşveçûna rastiyan û derbarê bandora desthilatdarên otokrat û kedîkirina medyayê hişyarî da.

Wî bi gotineke Mon Mothmayê karakterê rêzefîlma Star Warsê dest bi axaftina xwe kir da ku eşkere bike bê ma xelk heta çi radeyê ji rastiyan bi guman e û anî zimên:

"Mesafeya di navbera tiştê ku tê gotin û tiştê ku wekî rastî tê zanîn de bûye wekî çalekê."

Carsten Brosda ragihand ku zanyariyên berevajikîrî yên bimebest û platformên dîjîtal ên nerêkxistî, raya giştî û gotûbêja li kolanan ji rê derdixin.

Brosda amaje bi rapora Foruma Aborî ya Cîhanê ya sala 2025an kir ku agahiyên berevajîkî wekî yekê ji pênc metirsiyên sereke yên cîhanê polînîze kiribûn.

Her wiha bal kişand ser rola dîrokî ya Hamburgê ku wekî bajarekî medyayê ye û niha jî wekî navenda kompanyayên mezin ên teknolojiyê ye ku nivîsgehên Google û Metayê yên li Almanyayê jî di nav de ne.

Civîna ENEXê ya li Hamburgê / Wêne: Rûdaw

Rêkxistin û Berpirsiyarî

Brosda di bersiva pirsa haziran de li xwe mikur hat ku Almanya jî wekî welatên din ên Ewropayê di rêkxistina platformên dîjîtal de rûbirûyî zehmetiyan dibe.

Wî wekî mînakeke ji bo danîna yasayan a ji bo weşandina babetên dîjîtal amaje bi peymana medyayê ya di navbera herêmên Almanyayê de kir lê got ku hîn jî li Ewropayê de pêdivî bi hevahengiyeke zêdetir heye û biland:

"Pêdiviya me bi yasayên bingehîn heye, pêdiviya me bi temaşevanên şareza jî heye."

Wî hişyarî jî da ku divê li hemberî medyayê asta hişyarî û şarezayiya xelkê bilind be.

Brosda derbarê zêdebûna bandora hişê çêkirî ya di rojnamegeriyê de got ku divê mafê kopîkirinê (copyright) were parastin û şefafiyet zêdetir bibe û xwe li axaftinê berda:

"Trêna perwerdekirina modelên mezin ên zimanî bi rê ketiye lê divê em çareser bikin bê ma naveroka ku bi hişê çêkirî tê hilberandin çawa xwe dispêre rastiyan."

Brosda girîng dibîne ku berpirsiyariya edîtoryal û pêdeçûna mijarên medyayî li cem mirovan bimîne, ne li cem hişê çêkirî.

Wî her wiha hişyarî da ku bêyî hebûna yasa û rêkarên zelal ên ji bo dayîna destûra weşandina mijarên berhema hişê çêkirî û nîşankirina wan, ev teknolojî dibe metirsî û têgihîştina xelkê ya ji rastiyan zêdetir xera dike.

Hêvî bi Rêya Vegotinê

Brosda got ku pêwîst e rojnamegerî rêyekê bibîne da ku rastiyan bi awayekî balkêş ji xelkê re vebêje da ku karibe rikeberiya agahiyên nerast bike ku bi şêweyekî balkêş tên weşandin û dengvedaneke mezin peyda dikin.

Wî ew ramana ku dibêje “Rastî rê li ber vegotineke baş digirin” red kir û got:

"Rastî rê li ber herikîna vegotinê nagirin. Berevajî, rastî nirx didin vegotinê."

Brosda pesnê destpêşxeriyên bajarê Hamburgê yên wekî Use the News (Nûçeyan bi kar bîne) da ku armanca wê bilindkirina asta hişyariya nûçeyan a di nav temaşevanên ciwan de ye.

Her wiha ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi platformên cîhanî daxwaza veberhênanê ya di jêrxana dîjîtal a serbixwe de kir.

Civîna ENEXê ya li Hamburgê / Wêne: Rûdaw

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst