Hewlêr (Rûdaw) - Alaya Kurdistanê û logoya "Visit Kurdistan"ê di maça Guadalajara û Barcelonayê de li ser panoyên reklamê yên stadyumê hatin nîşandan.
Alaya Kurdistanê û logoya "Visit Kurdistan"ê di çarçoveya projeya "Visit Kurdistan"ê de, di maça Guadalajara û Barcelonayê de li ser panoyên reklamê yên stadyumê hatin nîşandan.
Piştî xebatên dîplomatîk û amadekariyên du salan ên Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Spanyayê, ji bo danasîna Herêma Kurdistanê gaveke girîng hat avêtin.
Êdî li stadyumên mezin ên Spanyayê Alaya Kurdistanê û dîmenên danasînê dê cih bigirin.
Cara ewil di Kupaya Qral de hat dîtin
Gava yekem a projeyê di maça Guadalajara û Barcelonayê ya di Kupaya Qral a Spanyayê (Copa del Rey) de hat avêtin.
Di dema maçê de li ser panoyên reklamê yên dijîtal (ekranên LED) ên kêleka qadê nivîsa "Visit Kurdistan" û Alaya Kurdistanê ji hemû cîhanê re hatin nîşandan.
"Xebatên me bûn bereket"
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê Darewan Hecî Hemîd li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku wan encama hevdîtin û pêwendiyên ku du sal in bi saziyên Spanyayê re dimeşînin wergirtiye.
Darewan Hemîd wiha got, "Xebatên me êdî ji tevgerê veguherîn bereketê.
Bi projeya 'Visit Kurdistan'ê ya ku yek ji gavên herî stratejîk ên nûnertiya me ye, em dixwazin potansiyela geştyariyê ya Herêma Kurdistanê zindî bikin û li qada navneteweyî bidin nasîn."
"Gihişt bi milyonan temaşevanan"
Hemîd destnîşan kir ku dîtina Alaya Kurdistanê li stadyumên klûbên mezin ên Spanyayê ji bo geştyariyê destkeftiyeke mezin e û got:
"Ev proje dê bala bi deh hezaran geştyarên ji Spanya û çar aliyên cîhanê bikişîne ser Herêma Kurdistanê.
Di dema maçê de bilêvkirina navê 'Visit Kurdistan'ê ji aliyê alîgiran ve û cihgirtina vî navî li ser ekranan, hişt ku em bigihin bi sed hezaran temaşevanên li stadyumê û bi milyonan kesên li ber ekranan."
Dê di maçên mezin de berdewam bike
Li gorî daxuyaniya Nûnertiyê, ev proje dê tenê bi maçekê sînordar nemîne.
Ji niha û pê ve di maçên klûbên mezin û li stadyumên mezin ên Spanyayê de Alaya Kurdistanê û danasînên "Visit Kurdistan"ê dê bi awayekî sîstematîk bên dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse