Dadgeha Bilind a Amerîkayê TikTok qedexe kir

18-01-2025
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Bilind a Amerîkayê Tiktok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Amerîkayê bikaranîna tora civakî ya TikTokê li welatê xwe qedexe kir û “metirsiyên ewlehiyê” wekî sedema qedexekirinê nîşan da.

Dadgeha Bilind a Amerîkayê ragihand ku “ev qanûn azadiya derbirînê bin pê nake.”

Dadgehê eşkere kir ku “metirsiyên ewlehiyê hene ji ber ku kompanyayeke Çînî xwediyê vê sepanê ye.”

Li Amerîkayê nêzîkî 170 milyon kes Tiktokê bi kar tînin.

ByteDanca kompanyaya Çînî xwediyê TikTokê ye û hefteya borî nûnerên kompanyayê li Dadgeha Bilind a Amerîkayê got ku “qedexekirina TikTokê binpêkirina azadiya derbirînê ye.”

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump li tora civakî Truth Socialê ragihand:

“Biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê pêşbînîkirî bû û divê her kes rêzê lê bigire.

Di demeke nêzîk de ez dê biryara xwe ya derbarê TikTokê bidim lê ji bo nirxandina rewşê dem pêwîst e.”

Dadgeha Bilind a Amerîkayê got:

“Bê guman TikTok bûye çavkaniya derbirîn û ragihandinê ya 170 milyon Amerîkiyan lê divê kompanyaya TikTokê bifiroşe kompanyayeke Amerîkî da ku ew li ser berhevkirina agahiyan û têkiliyên wê yên bi dijberên derve re mijûl bibin.”

Washington dibêje, dibe ku Çîn vê sepanê ji bo “sixurî û belavkirina propagandayê” bi kar bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst