Almanya - AfDyê 'bilêta dersînorkirinê' ji koçberan re şand

18-01-2025
Hêmin Ebdullah
Bilêtên temsîlî yên dersînorkirinê yên AfDyê /Wêne: Torên Civakî
Bilêtên temsîlî yên dersînorkirinê yên AfDyê /Wêne: Torên Civakî
Nîşan AfD Almanya Hilbijartin Bilêtên Dersînorkirinê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Karlsruheyê yê li başûr-rojavayê Almanyayê, Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) broşureke bi navê "bilêta dersînorkirinê" ji bo penaberan şand ku ev yek bû sedema nîqaşan.

Beriya hilbijartinên parlamentoyê yên ku dê 23ê Sibatê li Almanyayê bên kirin, kampanyayên hilbijartinê gurtir dibin û bûyerên nedîtî derdikevin holê.

Li bajarê Karlsruheyê, Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ya tundrew a dijî koçberan, di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de dest bi rêbazeke nû kir.

Partiyê ji kesên ku li Almanyayê dijîn û ne xwedî welatîniya Almanî ne, bilêteke balafirê şand ku îşaret bi dersînorkirina wan dikir.

AfD di bernameya xwe ya hilbijartinê de tekezî li ser vegerandina koçberan dike.

Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) dest bi kampanyayeke nû ya vegerandina koçberan kir û li Karlsruheyê biletên balafiran ên sembolîk belav kirin.

Li gorî medyaya Alman, AfDyê ji 30 hezar malên li Karlsruheyê re biletên balafirê yên sembolîk belav kirine û ev bilet ji bo rêwîtiyeke yek alî ne.

Li ser biletên ku logoya AfDyê li ser e, hatiye nivîsandin ku derketina ji Almanyayê ye û çûyîn jî ber bi welatê wan e.

Li ser belavokên partiyê hatiye nivîsandin ku "dergeha rêwîtiyê" AfD ye û "Tenê 'vegerandin' dikare Almanyayê rizgar bike" û "Maal li welatê xwe jî xweş e."

Hinek endamên partiyê dibêjin divê hemû koçber vegerin welatê xwe û heta yên ku welatîtiya Almanyayê standine jî.

Ev kampanya li seranserê Almanyayê bû sedema bertekên tund û rexneyan.

Şaredarê Karlsruheyê Frank Mentrupî bi tundî rexne li vê çalakiya AfDyê girt û got, "Ev helwest tehdîda aramiya civakî ye."

Li gorî medyaya herêmî, polîs dest bi lêpirsînê kirine ji ber gumanên ku ev bilet "nefretê gur dikin."

Kampanyaya AfDyê bû sedema zêdebûna gotinên li dijî koçberan û aloziyên siyasî û civakî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst