Hevseroka Fraksiyona Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) Alice Weidelê ji Rûdawê re got, “Têkçûna Merz dîrokî bû.” û diyar kir ku ew hilbijartinên nû dixwazin.
Wê diyar kir ku dengderan "hikûmeteke navendî-rast hilbijartiye."
Alice Weidelê xwest ku bac kêm bibin, koçberiya neyasayî were rawestandin û neyasayî werin derxistin, siyaseta enerjiyê ya guncav were şopandin û welat vegere enerjiya atomî, her wiha burokrasî kêm bibe û ewlehiya navxweyî vegere.
Li Almanyayê Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) û parlamenter Friedrich Merz di dengdana tura yekemîn a li Parlamentoya Federal de dengên pêwîst wernegirtin.
Friedrich Merz di dengdana tura duyem de dengên pêwîst wergirtin û bû serokwezîrê nû yê Almanyayê.
Hevseroka AfDyê amaje bi "fêlbaziya hilbijartinê” kir û got:
"Divê ev tora sosyalîst a komonîst a ku li vir di bin CDUyê de hatiye avakirin here. Pêwîstiya me bi siyaseta lîberal heye."
Hevseroka Fraksiyona Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) Alice Weidelê pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:
Rûdaw: Spas ji bo vê hevpeyvînê. Tu çi dibêjî derbarê gera yekem a hilbijartinan de?
Alice Weidel: Min bi rastî ev yek nedipa. Li ser wê bingehê jî, tiştê ku îro li vir diqewime dîrokî ye.
Rûdaw: Tu dibêjî divê hilbijartin dubare bibe. Çima?
Alice Weidel: Ji ber ku rewş ne aram e. Ev parlamento bi eşkereyî nikare hikûmeteke seqamgîr ava bike. Tiştê ku ez dibêjim bi temamî mantiqî ye, ji ber ku dengderan bi prranî hikûmeteke navîn-rastgir hilbijartiye.
Rûdaw: Divê çi bi lez were guhertin?
Alice Weidel: Ev hikûmet nikare, ji ber ku Partiya Sosyal Demokrat bernameyê diyar dike. Tiştê ku ev welat pê hewcedar e, rêjeya bacên kêmtir e. Bi dîtina min, divê bac nîvî bên kirin, baca şirketan û dahatê. Te hewceyî kêmkirina mesrefan bi awayekî berbiçav heye.
Divê em koçberiya neyasayî kêm bikin, kesên neyasayî ji welatê xwe dûr bixin. Em hewceyî cîbicîkirina siyaseteke guncaw a enerjiyê ne. Bihayê enerjiyê li ba me herî zêde ye, em aboriya xwe wêran dikin, di paşerojê de xelk dê li kolanan be, şirketên Alman dê vî welatî bi cî bihêlin.
Ji ber vê, divê em bacan daxin, bihayê enerjiyê daxin, divê em vegerin enerjiya atomî, divê em vegerin dabînkirina enerjiyeke ku barê bingehîn di bin re radike, divê em bîrokratiyê kêm bikin. Yanî divê ev tora sosyalîst a komunîst, ku li vir di bin banê CDUyê de hatiye avakirin here.
Em hewceyî siyaseteke lîberal in. Divê her kes azad be ku biryarê bide ka çi bike. Divê her şirket azad be ku biryar bide ka çi berhemê tîne. Li ser hemûyan jî divê em ewlehiya navxweyî li welatê xwe ji nû ve ava bikin. Ew bê guman bi ti awayî bi sînorên vekirî nayê dabînkirin.
Rûdaw: Çima Merz ew qasî ne bi nav û deng e?
Alice Weidel: Ew qasî ne bi nav û deng e, ji ber ku fêla hilbijartinê ye. Tiştê ku îro li vir qewimî bi temamî mantiqî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse