Hewlêr (Rûdaw) - Dan û standinên Amerîka û Îranê yên li ser dosyeya atomî yên li Cenevreyê bi erênî bi dawî bûn.
Dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê 17ê Sibatê li Cenevreyê hatin kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku wan li ser parvekirina pêşnûmeyên egera rêkeftinekê li hev kiriye.
Piştî aloziyên ku bi mehan e didomin, dîplomasiya navbera her du welatan li Cenevreyê derbasî qonaxeke nû bû.
Li gorî agahiyan, li pişt perdeyê bazarek heye ku dibêje "çalakiyên atomî sînordar bike û li hemberî wê bila siza rabin."
Pêşniyara rawestandina dewlemendkirinê
Li gorî sê rayedarên Îranî, Tehranê peyam daye ku amade ye çalakiyên dewlemendkirina (meyandin) uranyumê 3 heta 5 salan rawestîne.
Hat diyarkirin ku ev mawe li gorî serokatiya Donald Trump hatiye plankirin.
Her wiha hat gotin ku paşê Îran dixwaze beşdarî blokeke herêmî ya dewlemendkirina sivîl bibe.
Rayedaran dan zanîn ku Îran dikare stokên uranyuma dewlemendkirî yên li nav welêt di bin çavdêriya navneteweyî de kêm bike.
Li hemberî vê yekê Îran ji Amerîkayê dixwaze ku siza û dorpêçên darayî û bankî rabin û ambargoya li ser hinartina petrolê bi dawî bibe.
Ev agahî dispêrin rojnameya The New York Timesê.
Peyama veberhênan û bazirganiyê
Rayedarên Îranî yên ku nexwest navê wan were eşkerekirin got ku Tehran amade ye di sektorên petrol û enerjiyê de derfetên veberhênan û bazirganiyê pêşkêşî Amerîkayê bike.
Hat gotin ku di vê çarçoveyê de teşwîqên aborî jî hatine pêşkêşkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji televizyona dewletê re axivî.
Eraqçî diyar kir ku civîna Cenevreyê nêzîkî 3 saetan ajotiye û "avaker" bûye.
Wî got ku li gorî gera berê ya 6ê Sibatê ya li Umanê "bipêşketineke baş" çêbûye.
Lê belê Eraqçî tekez kir ku "hîn rêkeftin ne nêzîk e."
Li aliyê din, J.D. Vanceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê got ku hîn Îran amade xuya nake ku "xetên sor" ên Trump qebûl bike.
Rola Umanê û şandeya Amerîkayê
Civîn li mala Balyozê Umanê yê Cenevreyê û bi mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedr Busaîdî hat kirin.
Busaîdî li ser platforma Xê ragihand ku di diyarkirina armancên hevpar de bipêşketin çêbûye lê "hîn gelek kar li pêşiya me hene."
Di şandeya Amerîkayê de Nûnerê Taybet ê Donald Trump Steve Witkoff û şêwirmendê wî Jared Kushner cih girt.
Rayedarekî Amerîkayî diyar kir ku Îran dê di nava du hefteyan de ji bo çareserkirina nakokiyan pêşniyarên berfirehtir pêşkêş bike.
Tê payîn ku piştî çend hefteyan gera sêyem a dan û standinan dest pê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse