Nêçîrvan Barzanî Papa vexwend Herêma Kurdistanê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Papa Leo Vatîkan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Vatîkanê bi Papayê Vatîkanê Papa Leoyê Çardemîn re civiya.

Nêçîrvan Barzanî piştî civînê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û naveroka civînê eşkere kir.

"Parastina mafên Xirîstiyanan erkê me ye"

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku hevdîtina wî ya bi Papa Leoyê Çardemîn re ji bo wî cihê şanaziyê ye û got:

"Min tekez kir ku Xirîstiyan û hemû pêkhateyên olî ne tenê beşeke bingehîn a dîrok û nasnameya Herêma Kurdistanê ne, di heman demê de ew paşeroja wê jî diafirînin."

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku wî ji Papayê Vatîkanê re ducare kiriye ku parastina maf, rûmet û hebûna aştiyane ya Xirîstiyanan a li ser xaka bav û kalên wan dê her tim bibe erkê wan.

Nêçîrvan Barzanî Papa vexwend Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola Vatîkanê jî û wiha pê de çû:

"Min spasiya kûr a Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşengiya exlaqî ya Vatîkanê û rola wê ya girîng a di bipêşxistina diyalog û pêkvejiyana li seranserê cîhanê de anî zimên."

Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî serdana dîrokî ya Papa Francisê koçkirî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê bi bîr anî.

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Papa Leoyê Çardemîn vexwend da ku serdana Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Papayê Vatîkanê Papa Leoyê 14an daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, i civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa pêkhateyên li Îraq û Herêma Kurdistanê.

“Pêkhate beşeke resen a Kurdistanê ne”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Xirîstiyan û hemû pêkhateyên olî û neteweyî, beşeke resen û veneqetiyayî ya dîrok, çand û nasnameya niştimanî ya Herêma Kurdistanê ne û ew bi hev re paşeroja welêt ava dikin.

Vexwendina fermî ya ji bo Papayê Vatîkanê

Serokê Herêma Kurdistanê pêzanînên kûr ên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên ji bo rola manewî û dîrokî ya Vatîkanê ya di bipêşxistina diyalog û bihevrejiyana li cîhanê de anîn zimên.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî serdana dîrokî ya Papa Francisê koçkirî bi bîr anî û Papa Leoyê 14an vexwend da ku serdana Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Pesnê Herêma Kurdistanê da

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Papayê Vatîkanê jî ji hevdîtinê kêfxweşiya xwe nîşan daye.

Papa Leoyê 14an pesnê çanda kûr a efûkirin, bihevrejiyan û hevqebûlkirina li Herêma Kurdistanê û Îraqê da.

Papayê Vatîkanê rola Herêma Kurdistanê ya di hewandina lêqewimiyan, parastin û dabînkirina jiyaneke aram a ji bo Xirîstiyanan a di qonaxên zehmet de bi qedir û qîmet nirxand.

Di beşeke din a civînê de, rewşa giştî ya herêmê hat gotûbêjkirin.

Her du aliyan hêvî kir ku aştî, aramî û rihetî ji bo hemû mirovahiyê pêk bê.

Civîna bi Kardînal Pietro Parolin re

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro civîna xwe ya duyem a li Vatîkanê kir û bi Kardînal Pietro Parolin re civiya ku Sekreterê Dewletê ye û wekî Serokê Hikûmeta Vatîkanê tê naskirin.

Kardînal Pietro Parolin wekî "dostê Kurdan" tê naskirin û wî berê çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şînoyê ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Vatîkan û Îtalyayê dişopîne anî zimên, Kardînal Pietro Parolin îro bi Serokê Herêma Kurdistanê re rewşa herêmê û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Nûçegihanê Rûdawê eşkere kir, "Piştî van civînan, hevdîtinên fermî yên Serok Nêçîrvan Barzanî yên li Îtalyayê dest pê dikin.

Dê civîna wî ya yekem li Wezareta Parastinê ya Îtalyayê be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst