Le Drian bo Nêçîrvan Barzanî: Fransa dê wek heyam şer di aştiyê de jî em ligel we be

18-07-2019
RÛDAW
Nîşan Fransa Herêma Kurdistanê Le Drian Nêçîrvan Barzanî Name
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Fransayê Le Drian spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku di başkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rolake wî ya girîng hebûye. Le Drian bo Nêçîrvan Barzanî di nameyekê de dibêje: “Fransa dê wek heyam şer di aştiyê de jî ligel we be.”

 

Wezîrê Derve yê Fransayê Le Drian nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye û tê de diyar dike ku ew pê şanaz in ku di 10ê Tîrmehê de careke din li Parîsê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kirine.

 

Le Drian di nameyêa xwe de dibêje: “Bi pêwîstî dizanim germtirîn pîrozbahiyên xwe dubare bikim ku cenabe we wek Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hate hilbijartin. Hêviya serkevtinê di vê berpirsyariya mezin de ji we re dixwazim.”

 

Le Drian bal kişandiye ser rola Nêçîrvan Barzanî ya asayîkirina gengeşeyên piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê li herêmê derketibûn holê û dibêje: “Herwiha dixwazim destxweşiyê li we bikim ku di nav çend mehên pêştir de ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Iraq û rêveberiya Herêma Kurdistanê de roleke erênî lixwe girtiye.”

 

Di berdewamiya nameya xwe de Le Drian tîne ziman: “Ew ezmûn û dadweriya we heye ku bo birêvebirina siyasetekî pir bi hêvî bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêkanîna asayişa Iraq û herêmê û bi giştî beramberî her metirsiyekî serhildana terorîzma cîhadî reformên pêwîst bo aramiya Kurdistana Iraqê.”

 

Fransa di heyama aştiyê de jî ligel we dibe weku çawa di heyama şerî de ligel we bûye. Wek wefayek bo peywendiyên me yên dîrokî, ew peywendî di heyama şerê li dijî DAIŞê de bihêztir bûn. Ez dixwazim dîsa bibêjim ku di çarçoveya Iraqekî yekgirtû, federal û demokrat de zêdetir rêz li mafên Kurdan bê girtin. Dixwazim hûn piştrastbin ku em rijd in ligel Herêma Kurdistana Iraqê hevkariya xwe berfirehtir bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst