Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe

01-05-2024
RÛDAW
Nîşan Civaka Kurd a Almanyayê KGD Almanya Xîlafet Alî Ertan Toprak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civaka Kurd a Almanyayê li dijî daxwaza xîlafetê dê li bajarê Hamburgê yê Almanyayê xwepêşandanekê li dar bixe.

Şemiya borî grûpeke bi navê “Misilmanên Înteraktîf” a rêxistina qedexkirî ya Hizbût Tahrîrê (HuT) li bajarê Hamburgê ji bo xîlafetê xwepêşandanek li dar xist.  

Di mîtîngê de xwepêşanderan banga hilweşandina demokrasiyê kir û xîlafet wekî “çareseriyê” bi nav kir.

Ji ber vê yekê Civaka Kurd a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland/KGD) dê bi Komeleya Pira Çandê ya Hamburgê û Komeleya Îslamên Sekuler re ji bo nirxên azadî û demokrasiyê li dijî xîlafet, Îslamîzm û antîsemîtîzmê xwepêşandanekê li dar bixe.

Xwepêşandana Civaka Kurd a Almanyayê dê 4 Gulanê saet:13:00an li Qada Steindammê ya Hamburgê were lidarxistin.

Civaka Kurd a Almanyayê derbarê xwepêşandanê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de Civaka Kurd bang kir ku “ji bo nirxên azadî û demokrasiyê li dijî xîlafet, Îslamîzm û antîsemîtîzmê” beşdarî xwepêşandanê bibin.

“Azadiya me ji aliyê rastgir û Îslamîstan ve tê tehdîdkirin”

Li aliyê din, Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Alî Ertan Toprak jî li ser daxwaza xîlafetê û xwepêşandana Civaka Kurd wiha got:

"Ev kolan ji bo Îslamîstan bûye qadeke germ. Ji ber vê yekê divê em li wir li dijî wê bisekinin.

Demeke dirêj e azadiya me ne tenê ji hêla rastgirên tundrew ve ji hêla Îslamîstan ve jî tê tehdîdkirin.

Nirxên me û destûra me ya bingehîn di bin êrişan de ne. Ev êriş li ser me hemûyan e!

Ji bo zarokên me bibin xwedî paşerojekê, em daxwaza bersiveke tund û zelal a siyasî dikin.”

“Pir xweş e Kurd ji kesên ku tirs û xofê belav dikin cuda ne”

Wekî dengekî Cihûyan çalakvan Malca Goldstein-Wolfê jî got:

"Pir xweş e Civaka Kurd wekî Misilman ji kesên ku li kolanên Almanyayê tirs û xofê belav dikin cuda ye.

Ez hêvî dikim ku her kes fem bike ku Îslamîzm tenê bandorê li Cihûyan nake.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst