Li Amerîkayê hişkesaliyê hestiyên mirovan derxiste holê

18-08-2022
RÛDAW
Li Amerîkayê hişkesaliyê hestiyên mirovan di nav Gola Mead de derxiste holê
Li Amerîkayê hişkesaliyê hestiyên mirovan di nav Gola Mead de derxiste holê
Nîşan Amerîka Gola Mead Nevada
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Mead a Nevada ya Amerîkayê yek ji wan golên aram ên navçeya geştyariyê bû lê niha keş û hewayeke tirsinak û ne xweş heye. Ji ber hişkesaliyê her ku av zuha dibe hestî jî zêdetir tên dîtin.

Cîgirê Serokê Muzexaneya Mob li Nevada Geoff Schumacher got, “Li Las Vegasê gotineke wiha heye. Eger çeteyan ji kesî hez nekira, yan jî bixwestana wan bikujin, wê ew bikuştana û li çolê binax bikira. Tişta ku me qet xeyal nedikir, avêtina termê mirovan a nava Gola Mîd bû.”

Li Nevada muzexaneyeke bi navê çeteyan hatiye vekirin. Tê de wêneyên qurbaniyan hene ku hinek ji wan di demên dawî de li Gola Meadê hatine dîtin. Heta niha pênc caran bikom termê xelkê li Gola Mîdê hatine dîtin.

Li gor nivîsa ser dîwarên muzexaneyê, bi piranî qurbanî di karê bazirganiyê de hatine kuştin.

Cîgirê Serokê Muzexaneya Mob li Nevada Geoff Schumacher anî ziman, “Polîsan du tiştên ku bala min kişandin gotin. Yekem pêdagir in ku gule li serê wan ketine, wate hatine kuştin û ew jî bûne qurbanî. Ya duyem jî dibêjin bûyer dawiya salên 1970 û 80an çêbûne.”

Li Amerikayê 1920 bendavên mezin û biçûk hene, bendavên Mîd û Pawl herî mezin in ku 40 milyon xelkê welat pişta xwe bi wan girê didin. Asta ava bendava Mîdê li gor kapasîteya wê ji %35  kêm bûye. Pispor dibêjin sedema daketina asta avê keşûhewa ye, li gor rapirsiyeke AP û navenda karûbarê giştî Nork, di 2019an de ji %66ê ciwanan bawer dikirin ku bandora çalakiyên wan li ser guherîna keşûhewayê heye lê di 2022an de ev rêje daketiye tenê ji %50î ku wiha bawer dikin li Amerikayê destê wan di guherîna keşûhewayê de heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst