Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî koma çepgir a bi navê "Antifa" wekî "rêxistina terorê" îlan kiriye.
Donald Trump, Antifa bi rengê "nexweş û xeternak" wesifand û îlan kir êdî "rêxistina terorê" ye.
Trump derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê parvekirinek kir.
Trump diyar kir, ew kêfxweş e ku Antifaya "karesata çepa radîkal a nexweş û xeternak" wekî rêxistineke mezin a terorê îlan dike.
Serokê Amerîkayê da zanîn, ew dê bi tundî pêşniyar bike ku lêpirsîneke berfireh li ser kesên ku Antifayê fînanse dikin bê kirin.
Trump derbarê kuştina aktîvîstê Komarî Charlie Kirk gotibû ku ew dikare "ji sedî 100" bifikire ku komên çep ên radîkal ên wekî "Antifa"yê wekî "komeke terorê ya xwecihî" bihesibîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse